Bomberdûmana li hemberî Geverê dewam dike

Li Geverê, duh bi şev li hemberî taxên Cûmhûriyet, Gungor û ormanê bomberdûmaneke dijwar destpê kir. Ji ber bomberdûmanê bi sedan xanî bûn xirbe.

Li hemberî terora dewleta Tirk ev 21 roj in li Geverê berxwedaneke bêhempa tê nîşandan. Taxên bexwedanê yên Geverê duh bi şev jî hatin bombekirin.

Hêzên dewleta Tirk her gava hewl didin bikevin nava taxên berxwedanê, ji ber bersiva hêzên YPS û YPS Jinê ji neçarî xwe vedikişînin û dûre dest bi bomberdûmanê dikin. Bi tankên li Fermandariya Alayê ya Navçeyê, Tabûra Efeler û yên li ser rêya Şemzînanê bi cih bûne, bombe li taxên Cûmhûriyet, Gungor û Ormanê barandin.

Li navçeyê her wiha dengê çekan tê. Ji ber bomberdûmanê heta niha bi sedan xanî û kargeh bûne xirbe. Arkuj hewl didin şewata ji ber bomberdûmanê rû daye vemirînin, lê hêzên rejîma Tirk nahêlin.