Bombe li Geverê tên barandin
Hêzên dewleta Tirk ên li Geverê nikarin berxwedanê bişikînin, ji nîvê şev û vir ve hawan, top û obusan davêjin taxên Gungor û Cûmhûriyetê.
Hêzên dewleta Tirk ên li Geverê nikarin berxwedanê bişikînin, ji nîvê şev û vir ve hawan, top û obusan davêjin taxên Gungor û Cûmhûriyetê.
Li Geverê, ku berxwedan di roja 24. de ye, piştî ku duh danê nîvro li taxa Cûmhûriyetê tankek hat rûxandin, bomberdûmanê destpê kir û hînê dewam dike. Hêzên dewleta Tirk ên hewl didin bi tank û dehan maşînên zirxî bikevin nava taxên Cûhmûriyet û Gungorê, rastî berxwedana xurt a YPS û YPS Jinê hatin. Bomberdûmana hêzên dewleta Tirk a bi obus, hawan û topan bê navber dewam dike.
Li taxan car carna dengê çekan tê. Li cihê her du tax digihêjin hev, ji ber bomberdûmanê bi sedan xanî bi erdê re bûn yek. Danê sibehê ber bi taxên berxwedanê û rêya Şemzînanê bi dehan leşker bi maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî û kobra hatin sewqkirin.
Li gundê Vezîrava jî, di bin navê 'qedexeya derketina derve' de ev 6 rojin dor lê hatiye pêçandin, li nava gund û gundikên herêmê maşînên bi tîpa kobra digerin û gefê li welatiyan dixwin.
Qereqola Jendermeyan a li Bajarokê Xirvatê yê 25 kîlometre nêzî navçeyê ye, piştî teqandina 3 fîşekên ronîkirinê, bi saetan bi çekên giran gule li girên derdorê reşand.
Helîkopter û Heron li ser navenda navçeyê û gundên li derdorê her digerin.