Her çendî demek dirêj bi ser qirkirina Kurdan “Enfalê” re derbas bû, lê heta niha hestî ji gorên komî tên derxistin. Herî dawî hate diyarkirin ku 158 cenazeyên Kurdan ên ku bi awayeke komî li rêzeçiyayên Hemrînê hatine dîtin, dê bînin Germiyanê. Li aliyeke din tê payin ku Swêd Enfalê bi awayek fermî weke qirkirinê qebûl bike. Li Norwecê jî ji bo vê yekê hewl tên dayin.
Di dema deshilatdariya rêjima Baas ya ku salên 1963-2003 li ser desthilatiyê ma, de herî kêm 182 hezar keç, xort, jin, mêr, pîr û kalên kurd hatin qetilkirin an jî “Enfalkirin.” Heta niha jî hestiyên Kurdan ji gorên komî têne derxistin. Li hemberî hemû xebatên malbatan, hukûmet û rêxistinên Başûrê Kurdistanê heta niha gelek gorên wenda hene û nehatine dîtin.
Herî dawî hate diyarkirin ku dê 158 cenazeyên ku di gorên komî yên li çiyayê Hemrînê hatine dîtin ku piraniya wan ji herêma Germiyana Başûrê Kurdistanê ne, dê bişînin Germiyanê û dê ji bo wana li Silêmaniyê merasimekê bê lidarxistin.
Şandeyek ji Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan a Hukûmeta Herêma Kurdistanê çû serdana Germiyanê û xwestin ji bo vegerandina cenazeyên li Hemrînê hatine dîtin amadekarî bên kirin. Berdevkê Rêveberiya Herêma Germiyanê Heval Îbrahîm derbarê mijarê de agahî da Pukmediayê û da zanîn ku Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan bi hevkariya hukûmeta Navendî ya Iraqê li Hemrînê 158 term dîtine û piraniya vana yên xelkên Germiyanê ne.
Îbrahîm da zanîn ku dê li Silêmaniyê ji bo cenazeyên enfalkiriyan merasimeke mezin bê lidarxistin û dê bi amadebûna xizmên wan li goristana rûmetê ya Enfalkiriyan ya li gundê Dîbiyê yê Silêamniyê bispêrin axê.
Weke cara yekemîn Parlementoya Iraqê sala 2008 Enfalê weke qirkirin qebûl kiribû û her sal 14ê Nîsanê qirkirina Enfalê li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cûda tên bîranîn. Tê payin ku Swêd qirkirina Enfalê bi fermî qebûl bike.
TÊ PAYIN SWÊD ENFALÊ NAS BIKE
Pêşnûmeya naskirina Enfalê ya ji aliyê 5 parlementerên Partiya Karker a Sosyal-Demokrat a Swêdê Shadiye Heydarî, Anna-Lena Sörensson, Arhe Hamednaca, Lars Johansson û Roza Guçlu Hedin bi yekdengî ji aliyê Komîsyona Peywendiyên Derve ya Parlementoya Swêdê ve hate qebûlkirin û tê payin ku qirkirin heta serê meha tê ji bo dengdanê were rojeva Parlementoyê. Ji ber ku pêşnûme bi awayeke bê astengî ji aliyê Komîsyonê ve hate qebûlkirin, tê payin ku Parlementoya Swêdê jî qebûl bike. Bi vî awayî Swêd dibe welatê duwemîn ku Enfalê bi fermî weke qirkirinê qebûl dike.
DI ROJEVA NORWECÊ DE YE
Her wiha, naskirina qirkirina Enfalê di rojeva Norwecê de ye. Endamê Partiya Sosoyalistên Çepgir (SV) Akhtar Chaudhry ku eslê xwe Pakistanî ye, demek berê niha bi heyetekî re çûbû Başurê Kurdistanê û li vir lêkolîn kiribûn û bi Hukûmeta Herêma Kurdistan re hevdîtin pêk anîbûn.
Akhtar Chaudhry meha cotmehê pêşnûmeyek pêşkêşê Parlementoya Norwecê kir û pirsên xwe ji Wezîrê Derve EspenBarth Eide kirin û xwest ku Enfal weke qirkirinê qebûl bikin û di raya giştî navnetewî de jî li ser mijara kurdan bisekinin. Parlementerên partiyên din jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku mijara gelê kurd pirsgirêkeke herî sereke ya Rojhilata Navîn e û dive di hevdîtin û danustandinên xwe yên bi wan hukûmetan re bînin ziman.