'Birayê min şandin mirinê'

'Birayê min şandin mirinê'

Kekê girtiyê Kurd ê ji doza PKK’ê Îrfan Eskîbagê bi nexweşiya penceşêra pankreasê ketibû, Riza Eskîbag jidiyar kir u birayê wî ber çavê her kesî şandine mirinê. Eskîbag ku ji ANF’ê re axivî, da zanîn ku her çendî Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê rapora “Nikare di girtîgehê de bê dermankirin” dane û wana jî ji bo vê yekê du caran serlêdana kirine, lê tu bersivek ji Saziya Tiba Edlî nehatiye. Eskîbag ku got: “Hesreta birayê min a herî mezin ew bû ku nefesê xwe yê dawiyê di nava malbatê de bide”  wiha domand: “Lê vê yekê jî gelek dîtin. Eskîbag da zanîn ku wî birayê xwe herî dawî di hucreyeke a girtiyên nexweş de ku cihê hewastandinê jî tune bû de dîtiye. Eskîbag got: “Ne li ser hişê xwe bû. Her tim digot ‘Kekê çima kelepçe li destê min dixin’.”

Îrfan Eskîbag ku sala 1972’yê li gundê Sîvrîce yê Xarpêtê hatiye dinê, di temeneke biçûk de tevî malbata xwe koçberê Stenbolê bûn. Eskîbag ku li taxa Kartal Atalarê mezin bû, li wir siyasetê nas dike. Eskîbag tehemûla polîtîkayên înkar û îmhayêyên dewleta Tirk nake û sala 1993’yê tevlî nava refên gerîlayan dibe. Sala 2003 li Mêrdînê dikeve kemînê û li wir dîl tê girtin.

PÊVAJOYA BI EZIYETA DI RÎNGÊ DE DEST PÊ KIR

Riza Eskîbag da zanîn ku di pêvajoay deh salan de birayê wî ji vê girtîgehê, şandine girtîgeha din û wiha axivî: “ Li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê hukûm xwar. Ji wir şandin Tîpa F ya Xarpêtê. Nexweşiya wê li surgunê dest pê kir. Ji Xarpêtê jî şandin Semsûrê. Êşên Îrfan di girtîgeha Semsûrê de ji ber şert û mercên dijwar zêde bûn. Pirr germ bû, pir qelebalix bû. Nedikarî êdî nefes jî bistîne. Piştre şandin Girtîgeh Tîpa F ya Bolûyê. Lê rewşa wî her ku xirabtir bû. Piştre rakirin Nexweşxaneya Bolû ya Dewletê, pijîşkan gotin ku divê a niha bê emeliyatkirin.  Lê bi hinceta hucreya girtiyên nexweş tune ye, ji wir şandin Girtîgeha Sîncanê.”

TIBA EDLÎ DÎSA RAPOR NEDA

Kekê girtiyê ji doza PKK’ê Îrfan Eskîbagê bi nexweşiya penceşêra pankreasê ketibû, Riza Eskîbag jidiyar kir u birayê wî ber çavê her kesî şandine mirinê. Eskîbag ku ji ANF’ê re axivî, da zanîn ku her çendî Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê rapora “Nikare di girtîgehê de bê dermankirin” dane û wana jî ji bo vê yekê du caran serlêdana kirine, lê tu bersivek ji Saziya Tiba Edlî nehatiye.

‘KEKÊ ÇIMA DESTÊ MIN KELEPÇE DIKIN’

Eskîbag diyar kir ku birayê wî ciwaneke pir bi tevger, xwîngerm û jêhatî bû û ev agahî da: “Hesreta birayê min a herî mezin ew bû ku nefesê xwe yê dawiyê di nava malbatê de bide”  wiha domand: “Lê vê yekê jî gelek dîtin. Eskîbag da zanîn ku wî birayê xwe herî dawî di hucreyeke a girtiyên nexweş de ku cihê hewastandinê jî tune bû de dîtiye. Eskîbag got: “Ne li ser hişê xwe bû. Her tim digot ‘Kekê çima kelepçe li destê min dixin’.”

Eskîbag da zanîn ku ji bilî TUAD, ÎHD û parlementerên BDP’ê tu kesî alîkariyeke şênber nedane û got: “Ji Mazlum-Dera Stenbolê parêzerek telefon kir, got ku ew ê alîkarî bidin, lê piştre deng jê derneket. Parlementerê BDP’ê Îdrîs Baluken hewl a, lê hewlên wî bê encam man. Saziya Tiba Edlîs dîsa bi ya xwe kir.” Riza Eskîbag diyar kir ku ger pêwîst bike ew ê serî li DMME’yê bidin û got: “Bi taybet di vê pêvajoya aşitiye de ku her du alî pêngavan diavêjn, em li bendê bûn ku girtiyên nexweş serbest bên berdan.”