Bîrand: Ger Ocalan bikeve siyasetê dê pirsgirêk çareser bibe

Bîrand: Ger Ocalan bikeve siyasetê dê pirsgirêk çareser bibe

Nivîskar- rojnameger M. Alî Bîrand diyar kir ku, rakirina destnedana BDP’ê pirsgirêka Kurd çareser nake û destê PKK’ê dê bi hêz be û got ger Ocalan azad bibe tevlî siyasetê bibe dê pirsgirêka Kurd bê çareser kirin.

Bîrand ji Samanyolu Haberê re axivî û asta ku pisgirêka Kurd hatiyê nirxand. Bîrand di derbarê rakirina destnedana BDP’iyan de hişyariyên balkêş kir. Bîrand da zanîn ku, ger Hikûmet pêvajoyeke ku parlamenterên BDP’ê bike girtîgehê pêk bîn de dê texrîbatên mezin çêbibin û wiha got: “Dema hûn van mirovan bixin girtîgehê pisgirêk nayê çareserkirin, pirsgirêk dê mezintir bibe. ji ber vê ez li dijî vê derdikevim.”

Bîrand wiha pê de çû: “Min ji bo ku berê raya gitşî agadar bikim ku desthilatdariya partiya AKP’ê ji bo Ocalan derxe derve pêngavê davêje nenivîsvî. Ez li pêşveçûnê dinêrin. Ez dema li welatên bi vî rengî ku ji têkoşînên wisa derketine dinêrim, ez dibînim ku di dawiyê de teqez digihêjin lihevkirinekê. Li gorî texmînên min dê rojekê ji bo çaresriya pirsgirêka Kurd çek bên danîn. Ji bo PKK’ê efûya giştî dê derkeve. Piştre dê Ocalan derkeve û tevlî siyasetê bibe. Lê ez nizanim ku ev dê kengî pêk bê. dema wê nivîsa min ji serokwezîr dipirsin ew jî dibêje: “Temenê Bîrand dê têrî dîtina tiştên nivîsîne neke” belê dibe ku wisa be, demê zêde bigire. Lê ev pêşveçûn, ew pêşveçûne.”

Bîrand da zanîn ku, ger PKK çekê deyne û efûya gitşî derkeve, Ocalan bikeve siyasetê dê pirsgirêka Kurd çareser bibe û wiha got: “Ev jî tê wateya qedandina terorê û her tiştî. Dibe ku demê bigire dibe ku guherîn pêk were lê li her derê wisa bûye. Li Îsraîlê jî li Îngilîstanê jî wisa bûye. Ez wekî din tiştekî nabînin.”