Binninger: PKK'ê tiştên baş kir, lê divê qedexe dewam bike
Li Parlamenta Federal a Elmanyayê, bi rûniştineke taybet re qedexeya li ser PKK'ê hat nirxandin.
Li Parlamenta Federal a Elmanyayê, bi rûniştineke taybet re qedexeya li ser PKK'ê hat nirxandin.
Li Parlamenta Federal a Elmanyayê, bi rûniştineke taybet re qedexeya li ser PKK'ê hat nirxandin. Di rûniştina taybet de li ser navê hikûmeta CDU-CSU parlamenter Clemens Binninger axivî û qebûl kir ku PKK'ê di demên dawî de tiştên baş kiriye. Binninger diyar kir ku ew alîgir in qedexe dewam bike.
Li ser pêşniyar pirsa "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin" a Koma Çep-Die Linke pêşkêş kir re, Parlamenta Federal a Elmanya, bi serenavê Betatungsverbot für die Arbeiterpartei Kurdistans-Xebatên qedexe yên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) îro rûniştineke taybet lidar xist. Di rûniştinê de, piraniya wan parlamenterên Partiya Çep 73 parlamenter amade bûn.
Di rûniştina taybet de li ser navê Partiya Çep Ulla Jelpke, li ser navê CDU-CSU Clemens Binninger, li ser navê Yekîtiya Keskan-90 Irene Mihalic û li ser navê SPD'ê jî Uli Grötsch mafê axaftinê wergirtin û li ser qedexeya PKK'ê ya 22 salan nêrînên xwe anîn ziman.
'DIVÊ QEDEXEYA LI SER PKK'Ê WERE RAKIRIN'
Di rûniştinê de destpêkê li ser navê Partiya Çep Ulla Jelpke mafê axaftinê girt. Jelpke qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê rexne kir û banga rakirina qedexeyê kir. Jelpke got, "Ji ber vê qedexeyê, di nava 22 salan de Kurdên li Elmanyayê dijîn bi awayekî cidî hatin krîmînalîzekirin. Ji ber vê yekê, hemû beşê civakê li pêkanînên kêfî yên polîsan rast hatin. Der heqê gelek kesan de doz hatin vekirin, gelek kes hatin girtin. Ev qedexe kêfî û antî demokratîk e. Lewma dem hatiye bê rakirin." Jelpke destnîşan kir ku PKK li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîna ji bo mirovahiyê dimeşîne û diyar kir, ku divê ev yek were dîtin.
'PKK NE DOSTÊ ME YE'
Dûre li ser navê CDU-CSU Clemens Binninger mafê axaftinê girt. Binninger da xuyakirin ku PKK beriya 22 salan ji ber xebatên xwe yên li Elmanyayê hatiye qedexekirin û got, "Di sala 2012'an de ji dadgeha bilind biryara hiştina di lîsteyê de derket. Ji ber ku sedemên ji bo qedexeyê hînê dewam dikin." Li ser vê yekê ji Partiya Çep Ulla Jelpke li dij derket û got, "PKK'ê li dijî DAIŞ'ê şer kir, Êzidî û Xiristiyan rizgar kir." Li ser vê yekê Binninger got, "Eger em li tiştên di demên dawî de hatine kirin binêrin, belê PKK'ê tiştên baş dike. Lê belê ev nayê wê wateyê ku qedexeya li ser PKK'ê wê rabe."
Binninger ji bo pirsa "Hûn ê çekê bidin PKK'ê?" ev bersiv da: "Elmanya ancax dikare çekê bide Hikûmeta Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku bi Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re em hevalbend in."
Parlamentera CDU-CSU Marian Wendt jî îdîa kir ku PKK li Tirkiyeyê çalakiyên 'terorê' dike û ji Ewropayê ciwanan dibe şer. Wendt diyar kir ku divê qedexeya li ser PKK'ê dewam bike û got, "PKK ti carî ne dostê me ye. Divê Partiya Çep jî vê baş bizanibe."
Li ser navê Yekîtiya Keskan/90 Irene Mihalic jî da xuyakirin ku axaftina li ser pêşniyara Partiya Çep erênî ye û got, "Divê qedexeya li ser PKK'ê dewam bike. Par li gelek deveran alîgirên PKK'ê çalakî lidar xistin. Balafirgeh, stasyonên trenê dagir kirin. Mirov mexdûr kirin. Eger PKK dixwaze qedexeya li ser rabe, divê xwe biguherîne."
Li ser navê SPD'ê Uli Grotsch jî xwest qedexe dewam bike û anî ziman ku PKK xebatên xwe dewam dike.