Bila nebe cejna dawî ya li Heskîfê!

Bila nebe cejna dawî ya li Heskîfê!

Li Heskîfê ku bi pêkhatina Bendava Ilısû (Germav) û Santrala Hîdroelektrîk re dê di binê avê de bimîne, bi xemgînî cejn tê pêşwazîkirin. Heskîfî naxwazin bar bikin "bajarê nû" yê ji beton. Dixwazin di salên pêş de jî cejnên xwe li Heskîfê pîroz bikin.

Heskîfa a Êlihê navçeyeke dîrokî ye ku her du aliyên wê bi Çemê Dîcleyê girtiye. Xwedî paşerojek deh hezar salan e. Yek ji wargehên herî kevnare yên Mezopotamyayê Heskîf, ku ji gelek şaristaniyan re mêvandarî kir û yek ji navendên girîng ên bazirganiyê bû, niha bi tinebûnê re rû bi rû ye.

‘BERHEMA DESTHILATDARIYA ERDOGAN’

Bi wesîleya betlaneya cejnê, Heskîf rastî serdanan tê. Bêguman tûrîst dixwazin li cihên dîrokî bigerin û bibînin. Lê belê dema li bendên gelekî mezin rast tên pirsa "çima" dikin. Ji bo vê pirsê jî welatiyê li pêş bendan diyariyan difiroşe bersivê dide: "Berhema desthilatdariya Erdogan." 

Gelê herêmê û tûrîstên tên serdana Heskîfê bi guman in, kes naxwaze bawer bike ku ev bedewiya xwezayî û dîrokî di binê avê de bimîne.

Derdora qelehê, ku weke navenda Heskîfê ye, ji ber ku bi bendên ji hesin hatine girtin, ziyaretvan nikarin qelehê ziyaret bikin.

‘DIXWAZIN JI MIROVAN XALÎ BIKIN’

Yek ji dikandarên Heskîfê Suleyman Agilday diyar dike ku girtina qelehê ji mirovan xwedî armancên cuda ye. Agilday da xuyakirin ku tê xwestin navçeya dîrokî ji mirovan were xalîkirin û got, "Ev polîtîkaya bêmirov hiştinê di dema DYP'ê de yanî di desthilatdariya Demîrel de destpê kir. Li Kurdistanê gelek gund hatin valakirin, gundî neçarî koçberiyê hatin kirin, bê cih û war hatin hiştin. Mirovên hingî li aliyê qelehê bi karê xwedîkirina heywanan re mijûl dibû, neçarî koçberiyê hatin hiştin. Çend malbatên mayî jî ji ber çêkirina Bendava Ilisû neçar man koç bikin."

BAJARÊ 'NÛ' YÊ BÊ HEWA, BÊ DÎROK

Hema li pêşberî Heskîfê ji betonan bajarekî nû hatiye çêkirin. Hikûmeta AKP'ê ya bi veguherîna bajarvaniyê re hewl dide gelê herêmê li wê derê bicih bike, gavên destpêkê yên vê yekê avêtiye. Agilday tîne ziman ku saziyên dewletê li bajarê nû hatine bicihkirin û dibêje: "Dixwazin mirovan ji Heskîfê qut bikin. Bi vî rengî dema mirov li herêmê nemînin, hingî dewlet dikare bi hêsanî tevbigere. Desthilatdariya AKP'ê bi vî rengî dê bi lez û bez bendavê çê bike."

Agilday ragihand ku tevî her tiştî jî ewê Heskîfê ne terikînin, xwedî li mîrateya ji bav û kalan maye, ax û dîroka xwe derkevin.

Xwişkên Bûrcû û Başak Şenel ên ji Derya Reş, ku ji Enqerê hatin dan xuyakirin ku dema wan bihîstin Heskîfê di binê avê de bimîne, komkujiyên mîna vê yên li Derya Reş, projeyên HES'ê hatiye bîra wan.

Başak Şenel da xuyakirin ku divê hişyarî û hestiyariya li Stenbolê hatiye nîşandan ji bo Heskîfê jî bê nîşandan û got, "Hestiyariya ji bo Parka Gezî ya li Stenbolê hat nîşandan, divê li cihên din jî were nîşanan. Pêwîste hemû bajarên welêt dengê xwe bilind bike û li hemberî vê talan û komkujiyê raweste. Naxwe emê li her bajarî heman pirsgirêkan bijîn."