Bîden li Bexda û Hewlêrê li ser mijara Mûsilê hevdîtin kir
Alîkarê Serokê DYA Joe Bîden ê duh paytexta Iraq Bexda ziyaret kir, derbasî Hewlêrê bû. Bîden nîvê şevê bi Barzanî re hevdîtinek pêk anî.
Alîkarê Serokê DYA Joe Bîden ê duh paytexta Iraq Bexda ziyaret kir, derbasî Hewlêrê bû. Bîden nîvê şevê bi Barzanî re hevdîtinek pêk anî.
Alîkarê Serokê DYA Joe Bîden ê bi rengekî surprîz serdana Bexdayê kir, bi rayedarên Iraqî re rûnişt û bi şev berê xwe da Hewlêrê. Bîden li Hewlêrê bi serokê berê yê herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê PDK'ê Mesût Baranî re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de tevî Bîden Nûnerê Taybet ê Obama yê şerê li dijî DAIŞ'ê Brett McGûrk, Serkonsolosê DYA yê li Iraqê Stûart Jones, Şêwirmendê Alîkarê Serokê DYA Kolîn Kal, fermandarê hêzên DYA yên li Iraqê General Sen Mekfarlend û Konsolosê DYA yê li Hewlêrê Matthîas Mîtman amade bûn.
LI SER OPERASYONA MÛSILÊ HAT AXAFTIN
Di hevdîtina navbera Bîden û Barzanî de li ser dewamiya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, plana operasyona Mûsilê û qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê rawestiyan.
Bîden duh jî bi Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cûbûrî û Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re hevdîtin kiribû.
Balkêş e ev serdana Alîkarê Serokê DYA ya li herêma Kurdistanê di demeke ku li herêmê krîza siyasî û aborî, tevlîhevî û qelsiya têkoşîna li dijî DAIŞ'e de pêk hat.