BI DÎMEN

Bi wesîleya 4'ê Nîsanê li Hesekê dar hatin çandin

Endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bexçeyek amade kirin û dar lê çandin.

Endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bexçeyek amade kirin û dar lê çandin.

Rêxistina Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Hesekê, bi boneya rojbûan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tabûra Şehîd Raman a ciwanan şahiyek lidar xist.

Beriya şahî destpê bike, endamê Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Demhat Kobanê li ser girîngiya 4'ê Nîsanê axivî û destnîşan kir, ku rojbûna Ocalan roja afirandina fikir felsefeya azad ji bo hemû mirovahiyê ye.

Kobanê da zanîn ku wê sala nû bibe sala tolhildanê û got: "Em niha bi boneya rojbûna Rêber APO bexçeyekî li navenda xwe diçînin. Bexçeyê me wê bibe bexçeyê tolhildanê. Em ê ji bo azadiya Ocalan bi hemû hêza xwe têbikoşin."

Paşê ciwanên ku bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi Ocalan re qîriyan, li hewşa navendê bi dehan daran çandin û dest bi gotina stranan û gerandina govendê kirin.

Şahî bi stran û govendê bi dawî bû.

...