Bi vegerê re pêwîstiyên li Kobanê jî zêde bûn
Piştî ku navenda bajarê Kobanê ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, tevî hemû hişyarî û xeteriyan heta niha bi qasî 30 hezar kes li bajêr vegeriyane.
Piştî ku navenda bajarê Kobanê ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, tevî hemû hişyarî û xeteriyan heta niha bi qasî 30 hezar kes li bajêr vegeriyane.
Piştî ku navenda bajarê Kobanê ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, tevî hemû hişyarî û xeteriyan heta niha bi qasî 30 hezar kes li bajêr vegeriyane. Rêveberê Mala Gel Xalid Bozan diyar kir ku bi vegerê re pêwîstî jî zêde bûye û alîkarî têra bersivdayîna li pêwîstiyan nake. Bozan, ji bo di dema pêş de trajediyeke mirovahiyê rû nede bang kir ku korîdora însanî were vekirin.
Piştî azadkirina navenda bajarê Kobanê ya piştî berxwedana 134 rojan, bi hezaran welatiyên koç kiribûn dest bi vegerê kirin. Li bajarê ku ji sedî 80 nikare bê bikaranîn, heta niha nêzî 30 hezar kes lê vegeriyane. Yên vedigerin li Deriyê Sînor ê Kobanê ya Serxetê ji aliyê wezîfedarên asayîşê ve tên qeydkirin û ji Mala Gel re tên aşndin. Piraniya mirovên vedigerin diçin gundên xwe yên hatine azadkirin, yên mayî jî bi pêşengiya xebatkarên Mala Gel li malên kêm zerar dîtine, tên bicihkirin.
Gelê li bajarê xwe vegeriya, hewl dide bi derfetên xwe yên kêm bajêr ji nû ve ava bikin, bikin cihê jiyanê. Ji eşyayên ji binê xirbeyan hatin derxistin li bajêr 10 market, 2 dermanfiroş û kûaforekî mêran dest bi xizmetê kirin.
'VEGER XETERE YE'
Rêveberê Mala Gel Xalid Bozan bibîr xist, ku tevî hemû daxuyaniyên hişyarkirinê heta niha nêzî 30 hezar kes vegeriyane û got, "Li bajarê ku ji sedî 80 xera bûye, hînê rastiya şer heye. Mayînên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine çandin, xeteriyeke mezin derdixînin holê û mixabin gelek mirovên me ji ber pê li mayînê kirin jiyana xwe ji dest dan. Dîsa jî tevî hemû xeteriyan, ji bo welatiyên me yên vegeriyane bi başî bicih bibin, em di nava hewldanan de ne."
'BI VEGERÊ RE PÊWÎSTÎ JÎ ZÊDE BÛ'
Bozan diyar kir ku bi vegerê re, kel û melên li bajêr têra bersivdayîna pêwîstiyan nakin û got, "Bi vegerê re pêwîstî jî zêde bû. Li bajêr ji xwarinê heta kincan, ji mazotê heta mamayê zarokan di her alî de kêmasî hene. Alîkariyên tên şandin, ji ber nifûsa zêde bûye, têrê nakin."
'DIVÊ KORÎDORA ÎNSANÎ WERE VEKIRIN'
Bozan ji ber zêdebûna pêwîstiyan bang li dewlet û saziyên navneteweyî kir ku alîkariyê bikin û anî ziman ku ji ber li her sê aliyên bajêr dorpêçiya DAIŞ'ê heye, alîkarî bi tenê dikare di ser Bakur re bê kirin. Bozan da xuyakirin ku bi vegerê re dibe ku stokên wan biqede û got, "Ji bo di dema pêş de trajediyeke mirovahiyê rû nede, pêwîste korîdoreke însanî ku jê alîkarî bigihêje bajêr, were vekirin."