Bi ser Şaredariya Kopê de girtin: Hevşaredar binçav kirin
Li Kopê polîsên Tirk bi ser avahiya şaredariyê û malên siyasetmedarên Kurd de girtin û Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar jî di nav de gelek kes binçav kirin.
Li Kopê polîsên Tirk bi ser avahiya şaredariyê û malên siyasetmedarên Kurd de girtin û Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar jî di nav de gelek kes binçav kirin.
Li navçeya Kopê ya Mûşê danê sibehê polîsên Tirk bi ser Şaredariya Kopê û malên endamên HDP û DBP'ê de girtin. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin û dordera avahiya şaraderiyê jî bi wesayîtên zirxî ve hate dorpêç kirin. Polîsên Tirk destûr nadin ku ti kes bikeve nava avahiyê û lêgerîna di avahiyê de jî didome. Welatiyên ku serdegirtin bihîstin jî li ber avahiya şaredariyê kom dibin.
Sedema operasyon û binçavkirinan nehat zanîn û navê çend kesên hatî binçavkirin ev in:
"Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar, Endamê Meclîsa Şaredariyê Zafer Sonmez, Endamê Meclîsa Bajêr a Mûşê yê DBP'ê Seyîthan Akkaya, Hevseroka Navçeyê ya HDP'a Kopê Selvî Kaya."
Hate diyar kirin ku dibe hejmara kesên hatî binçavkirin zêde bibe.