Bi sedan darên fêkî yên Dêra Suryaniyan hatin şewitandin

Bi sedan darên fêkî yên li dora Dêra Suryaniyan Deyrulzafaran a li Mêrdînê ji ber kesên ji bo “keyfê” fîşekên hewayî berdan şewitîn.

Bi sedan darên fêkî yên li dora Dêra Suryaniyan Deyrulzafaran a li Mêrdînê ji ber kesên ji bo “keyfê” fîşekên hewayî beradan şewitîn. Sekreterê Giştî yê Weqfa Dêra Deyrulzafaran Yilmaz Hîçbezmez diyar kir ku bi giya re gelek darên fêkî şewitîn û got, “Darên me wek zarokên xwe ew mezin dikirin ji bo keyfa xwe şewitandin.”

Hîçbezmez got ku kesên ji bo “keyfê” tên derdora dêrê zerarên mezin didin derdorê û tevî rayedar agahdar kirine jî kes eleqedar nebûye.

Hîçbezmez axaftina xwe wiha dewam kir: "Duh bi şev saet nêzî 22:00’an kesên bi 3 wesayîtan ji bo keyfê hatin vir, darên me wek zarokên xwe ew mezin dikirin di nav çend deqeyan de di nav êgir de hiştin. Me bi salan ked da… Mirov ji Xwedê ditirse. Li derdora dêrê me bi sedan dar çandin. Hin kes tên alkolê vedixwin û paşê gule berdidin şûşeyan.”