‘Bi perwerdekirina civakê re dikare pêşî li întixarê bê girtin’

‘Bi perwerdekirina civakê re dikare pêşî li întixarê bê girtin’

Psîkolog Zîn Adiyan diyar kir ku întixar yek ji sedemên mirinê yên dikare pêşî lê were girtine û destnîşan kir ku bi perwerdekirina civakê, zû pê hesîn û tedawiya psîkolojîk re dikare pêşî lê bê girtin.

Li Bakurê Kurdistan bajarê Wanê di nava salên dawî de bi bûyerên întixarî bala her kesî kişandiye ser xwe. Li gorî daneyên fermî di nava 5 salan de 52 kesan dawî li jiyana xwe anîne. Cihê herî zêde jî bûyerên întixarî lê rû didin navçeya Erdîş e, navçeya Elbak di rêza duyem de cihê xwe digre. Li aliyê din jî navçeyên bajarêWanê Ozel û Mehmûdî ligorî daneyên fermî di nava salên 2005-2010’an de qet bûyerên întixarî rû nedane.

Li gorî heman daneyan, zilam du qatê jinan bûyerên întixarî encam didin. Herî zêde jî ciwanên di navbera temenê 16-20’an de rastî bûyerên întixarî tên. 

Zîn Adiyan ku yek ji endamên Saziya Çareserkirina Pirsgirêkên Jinan a Wanê (VAKASUM) diyar kir ku, ji bo pêşî li bûyerên întixarî bê girtin pêwîste hemû beşên civakê bikevin nava hewildanan. 

Her wiha Adiyan diyar kir ku gelek rengên întixarî hene, ji vana hinek nabin sedemên mirinê. Adiyan bûyerên întixarî “ xwe ceza kirin” bi nav kir û diyar kir ku, carek teşebusê bûyerek întixarî hatibe dikare dinava 5 salan de dîsa serî li buyerek întixarî bide.

Psîkolog Zîn Adiyan, bang li malbatan kir ku ji bo li liv û tevgerên zarokên xwe bi baldar bin, ji ber ku mirov hinek caran dikare pêşî li mirinên întixarî bigre. Herwiha Adiyan li ser sedemê çima bûyerên întixarî rû dide jî wiha got: “ kesê ku xwe întixar dike dixwaze derdora xwe ciza bike yan jî ji ber nikare pirsgirêkên xwe yên heyî çareser bike ye. Ev kesane beriya ku serî li bûyerên întixarî bidin ji derdora xwe re hinek sînyalan didin. Mesele, ev kesên bi vî rengî despêkê de bêdeng dimînin,pirsgirêkên xwe ji kesê re nabêjin û piştî demekî dest bi xatir xwestinê ji derdora xwe dike. Pêwîste malbat di demên wiha de bi baldar bin û di demek kurt de serî li psîkologan bidin ji bo wî kesî bixin dibin kontrola tedaviya psîkolojîk de.”

Psîkolog Adiyan li ser gotinên di nava civakê de têne kirin yên ku dibêjin; ‘ ji xwe kesê xwe întixar bike, ji kesê re nabêje û diçe xwe întixar dike’ yan jî dibêjin ‘bûyerên întixarî tiştek xwezayi ye di nava civakê de hertim heye’ wiha got: “ Ev gotinên bi vî awayî têne gotin xelet in. Ji ber ku li gorî lêkolînên me kirine,wê yekê dide diyar kirin ku kesên ji beriya teşebusî buyerên întixarî bibin ji sedî 80’yê van kesane ji derudora xwe re dibêjin ‘emê xwe întixar bikin’. Pêwîste civak kesên bi vî rengî baş fambike. Ji ber ku eger didemek zû de mudexeleyê pirsgirêkên bivî rengî bête kirin, dikare pêşî lê were girtin Jixwe ev kesane dema ji derudora xwe re wiha dibêjin şansekî didin derudora xwe ji bo bikarin pêşî lê bigrin.”

Her wiha Adiyan diyar kir ku ji niha û şûnde ewê dawiya her salê naveroka kar û xebatên xwe bi raya giştî re parve bikin.