Bi obus û topan Şirnex tê bombekirin

Li Şirnexê, ku bomberdûman û şerekî gelekî giran lê diqewime, ji ber êrîşa bi obus û topan şewat bi gelek xaniyan ket.

Li Şirnexê ku ev 44 roj in li dijî êrîşên qirkirinê berxwedaneke bêhempa tê meşandin, bomberdûman û şerê herî dijwar ê rojên dawî diqewime.

Hêzên dewleta Tirk li ber sirûda 'mehter' bi tank, top, obus û hawanan bajar didin ber bombeyan. Tevî ku barakeke dijwar û bahoz jî heye, şewat bi gelek xaniyan ket.

Tankên li ser rêyên derdora bajêr bi cih bûne topbaranê dikin. Ji maşînên zirxî jî dengê sirûdên 'nîjadperestî' û tekbîrê tên. Li hemberî taxên Îsmetpaşa, Yenî, Gazîpaşa, Aydinlikevler, Bahçelîevler, Cûmhûriyet, Dîcle û tevahiya bajêr bomberdûman dewam dike. Li gelek cihên bajêr di navbera hêzên dewletê û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime.

Şer ne tenê li taxên xwerêveberiyê, li gelemperiya bajêr belav bûye. Bi pêşengiya maşînên zirxî bi dehan ambûlans sewqî herêmên şer hatin kirin.

Li bajêr hem tevgera helîkopteran, hem jî şer û bomberdûman bênavber dewam dikin.