Bi kampanya 'Zarokek, hezar tîqetîq' re em li Kobanê cejnê pîroz bikin

Aktîvîstên Jiyanê xwe amade dikin ku di cejna Remezanê de bi kampanya 'Zarokek, hezar tîqetîq' re li Kobanê bi zarokan re bicive.

Aktîvîstên Jiyanê ku bi alîkariya xwe ya ji bo mexdûrên şer ên ji Kobanê û Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man bên Tirkiyeyê hat naskirin, xwe amade dikin ku bi kampanya bi navê 'Zarokek, hezare tîqetîq' re di cejna Remezanê de bi zarokên li Kobanê re bicive. Berdevka Aktîvîstên Jiyanê Xecê Çîftçî der barê kampanyayê de agahî da ANF'ê û diyar kir ku ew dixwazin kinc û pêlîstokên nû bidin hezar zarokî. Çîftçî got, "Kêm be jî em dixwazin dilê zarokên di nava psîkolojiya şer de ne xweş bikin û nîşan bidin ku jiyan ne hilweşîn û dram e."

Aktîvîstên Jiyanê, ku bi şiyara "Mirov li ku be, em li wir e" re gelek kampanyayên bi bandor û girîng meşandin û alîkarî dan mexdûrên şer, xwe amade dikin ku di Cejna Remezanê de bi kampanya 'Zarokek, hezar tîqetîq' re zarokên li Kobanê dijîn hembêz dikin. Kom dixwaze kinc û pêlîstokên nû bişîne ji hezar zarokên di bin siya şer de dijîn û bi vî rengî kêm be jî zarokan ji psîkolojiya şer vegirin.

JI KOBANÊ HETA ŞENGALÊ

Aktîvîstên Jiyanê yên ji Îlona 2014'an û vir ve dixebite, ji ekîbeke ji 12 kesan pêk tê. Berdevka Aktîvîstên Jiyanê Xecê Çîftçî anî ziman ku wan ev kom bi refleksa alîkariya ji bo mirovên hewcedar ava kirine û anî ziman ku bi kampanyayên cuda yên ji bo mexdûrên şer ên ji dorpêçiya DAIŞ'ê reviyane û hatine Tirkiyeyê wan dest bi xebatên xwe kirine. Çîftçî diyar kir ku di 3'ê Cotmeha 2014'an de bi alîkariya lîsteyeke ji aliyê dildaran ve hat amadekirin, wan ji 3.500 kesî re xwarin, alavên paqijiyê, kinc, mama, paçê girêdana zarokan, peda jinan, şandine kampên li Pirsûsê. Çîftçî ragihan ku wan ji bo zarokan atolyeyên wêneyan li binê konan çêkirine û parkên lîstikê ava kirine. Çîftçî da xuyakirin ku di Çileya 2015'an de jî ew li kampên Êzidiyên ij ber êrîşên DAIŞ'ê ji Şengalê hatin Amedê geriyane, ji bo zarokên 4-15 salî sê dersxaneyên mezin ên bi navê 'Navenda Perwerdeyê ya Aktîvîstên Jiyanê' çêkirine û dibistaneke prfabrîk a ji 150 metrekareyî ava kirine. Çîftçî da zanîn ku ji bilî dersên giştî yên ji aliyê mamosteyên dildar ên Egîtîm-Senê ve tê dayîn, wan ji bo dersên muzîk, şano û govendê, alavên pêwîst anîne.

ZAROKNO HÛN BI TENÊ NÎNIN

Aktîvîstên Jiyanê ku navenda wê li Taksîmê ye, ji bo zarokan ji tebîetên nebaş ên mîna narkotîkê vebigire di mehên havînê de mufredata perwerdeyê ya ji dersên muzîk, govend, şano û wêneyan amade kirine. Aktîvîstên Jiyanê ji bo di Cejna Remezanê de zarokên li Kobanê hembêz bikin, kampanya bi navê 'Zarokek, hezar tîqetîq' destpê kirin. Çîftçî diyar kir ku bi vê kampanyayê re ew dixwazin ji zarokên di nava lepên şer de ne bêjin hûn bi tenê nînin. Çîftçî got, "Ji bo em careke din bînin zarokan ku jiyan bi tenê ji hilweşîn û draman pêk nayê, em ê cejnê bi wan re bidin jiyîn."

...