Bi hezaran welatiyên Hesekê gihiştin Amûdê û Qamişlo

Bi hezaran welatiyên Hesekê koçberî bajarê Qamişlo û Amûdê bûn.

Bi hezaran welatiyên Hesekê koçberî bajarê Qamişlo û Amûdê bûn.

Îro ji saetên serê sibê ve bi hezaran welatiyên Hesekê û bi taybet ên li taxên başûr ên wekî Neşwa Şerqî, Neşwa Xerbî û Lêliyê ku ji aliyê hêzên rêjîmê ve têne parastin ber bi Amûdê û Qamişlo ve koçber bûne.  Bi sedan tirimpêlên welatiyan derbasî bajarê Amûdê û Qamişlo bûn.

Koçberan diyar kirin ku rêjîmê çete derbasî bajar kirin û bi vê yekê xwestin ku bajar ji şêniyên wan re vala bikin da ku aramî û ewlekariya bajar bin pê bikin. Koçberan her wiha gotin ku dê zarok û jinan li cihê bi ewle bi cih bikin û dê vegerin parastina taxên xwe bikin.

Hêzên Asayîşê û hêzên parastina cewherî riyên ketina bajaran kontrol dikin û ewlekariya herêmê diparêzin.

Rêveberên bendên Kontorlê yên Qamişlo Kemal Hesen diyar kir ku hêzên wan hemû kesê konturol dikin û nasnameyên wan dinerin.