Bi hezaran konê sersaxiyê yê gêrîla Denîz ziyaret kirin

Bi hezaran konê sersaxiyê yê gêrîla Denîz ziyaret kirin

Konê sersaxiyê yê ji bo gêrîla Hebeş Dagtekîn (Denîz Kendal) hatî vedan ji aliyê hezaran kesan ve hate ziyaret kirin. Di şînê de Parlementerê BDP'ê Îbrahîm Bînîcî axivî û du gora yek ya gêrîlayê HPG'ê yek jî ya leşkerî ya li heman goristanê nîşan da û wiha got: "Aha rûyê AKP'ê yê rast. Tu birayên hev, pismamên hev li hemberî hev tînî û bi hev didî kuştin. Eve wijdan."

Konê sersaxiyê yê li gundê Humera yê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê yê ji bo gêrîlayê HPG'ê Hebeş Dagtekîn (Denîz Kendal) yê ku li navçeya Bazarcixê ya Gurgumê jiyana xwe ji dest da hate vekirin, ji aliyê hezaran kesan ve hate ziyaretkirin. Girseya di nav de Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, rêveberên BDP'ê, endamên MEYA-DER û bi hezaran welatî jî hene, konê şînê ziyaret kirin. Piştî mewlîdê xwarin hate dayîn.

BI HEZARAN KESAN GORISTAN ZIYARET KIR

Piştî xwendina mewlîdê girse ber bi goristana gund ve dest bi meşê kirin. Di meşê de sloganên "PKK Tolhildan", "PKK gele gel li vire" û "Şehîd namirin" hatin qêrîn. Di meşê de dayîka Dagtekîn wêneyên kurê xwe hilgirt.

‘MA EVE WIJDAN’

Piştî meşê bi hezaran kes hatin ser gora gêrîla Denîz û pismamê wî Eyyup Dagtekîn yê ku di sala 2008'an de di pevçûna li Bêzelê de hatibû kuştin. Li ser goran Parlementerê BDP'ê Îbrahîm Bînîcî axivî û diyar kir ku, 450 rojin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd berdewam dike û çalakiya birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ve hatî destpêkirin jî êdî li sînora xetereyê de ye.

Bînîcî du gorên yek ya gêrîlayê HPG'ê yek jî ya leşkerî nîşan dan û wiha got: "Ev ji we re rastiya AKP'ê." Bînîcî anî ziman ku, yek ji bo mafên xwe yên demokratîk û însanî şer kir yeki jî ji ber zarokên bi zorê yên leşkeriyê çû leşkeriyê û li hemberî hev şer kirin û wiha bang li AKP'ê kir: "Tu bira û pismaman li hev tînî û bi hev didî kuştin. Eve wijdan."

BAVÊ GÊRÎLA: HEBEŞÊ MIN JI BO GELÊ XWE BU ŞERVAN

Bavê gêrîla Denîz Mehmet Dagtekîn jî li ser gora kurê xwe got: "Hebeşê min tu ji bo gelê xwe bû şervan û ji bo mafên xwedê dan dest ji destê te hatin girtin tu bû şervan." û wiha got: "Faşîzma AKP'ê ya her tim behsa demokratîk û ola îslamê dike faşîzma herî mezin ji welat re anî. Bi salan me li gund û bajaran ji aştiyê re qêriyan. Daxwaza min ewe ku ev şer bi dawî bibe."

Piştî biranînê girse careke din çû konê şînê.