Bi hezaran kes çûn konê sersaxiyê yê gêrîla Fîdan ziyaret kirin

Bi hezaran kes çûn konê sersaxiyê yê gêrîla Fîdan ziyaret kirin

Mala bavê gêrîla Serwet Fîdan ya li taxa Cûdî ya Cizîrê, piştî nimêja Înê ji aliyê hezaran kesan ve hate ziyaretkirin.

Mala bavê gêrîlayê HPG'ê Serwet Fîdan ya li taxa Cûdîya Cizîre piştî nimêja Înê ji aliyê hezaran kesan ve hate ziyaretkirin. gêrîla Fîdan 23'ê Cotmehê di şerê navbera gundên Şekerman û Paxê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata gêrîla Serwet Fidan ya li taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê, piştî nimêja Înê ya bêdewlet ji aliyê hezaran kesan ve hate ziyaretkirin. Bi hezaran kes bi meşê çûn malbata gêrîla Fidan û sersaxî ji malbatê xwestin.

Rêveberê MEYA-DER'ê, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Girseyê di meşê de sloganê "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" qêriyn û hatin malbata Fîdan. Girseyê li malê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Li vir axaftin hatin kirin û xwestin her kes li hemberî zilmê serî hilde. Di axaftinan de diyar kirin ku, divê her kes li doza kesên ji bo gelê xwe ji yana xwe ji dest dane têbikoşin.

Girse piştî ziyaretê bi çepikan û sloganan ji malê veqetiyan.