Li Rojavayê Kurdistanê bi dehezaran kesên daketin kolanan înfazkirina Fermandara YPG’ê şermezar kir û hêrsa xwe ya li dijî derdorên kurdan ên bê deng dimînin û xiyanetê anîn ziman.
Li bajarên Rojavayê Kurdistanê “meşên înê” ku her hefteyê tên lidarxistin vê hefteyê di bin navê “Em li her deverê li berxwe bidin” hatibûn organîzekirin, lê piştî agahiya ku fermandara YPG’ê Şaha Elî Evdo (Nûjîn Dêrîk) hatiye înfazkirin, navê meşan wekî, “Îna Şehîd Nûjîn Dêrik” hate guhertin. Di serî de li Qamişlo, li bajarên wekî Amudê, Girkê Legê, Kobanê, Serêkaniyê bi deh hezaran kes daketin kolanan û hêrsa xwe ya li dijî komên çete û xiyanetê anîn ziman.
Di meşa li Qamişlo ku ji ber Mizgefta Qasimo dest pê kir de, ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes amade bûn. Meşên ku hêzên YPG’ê parastina wan dikir, di ser Xaçerêya Qermotê, Cadeya Hîzamê, Xaçerêya Munîr Hebîr re derbas bûn û li ser Cadeya Amudê meşa xwe bi dawî kir.
Piştî meşa ku dirûşmên, “tolhildan”, “Bijî berxwedana Helebê”, “YPG”, “Em berxwedana Îmraliyê silav dikin” derketin pêş, daxuyaniya YPG’ê ku ji raya giştî re aşkera kiribû hate xwendin.
Di çalakiyê de her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û gireva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK û PAJK’ê li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 12’ê îlonê de dabû destpêkirin jî hate silavkirin.