Bi deh hezaran li ser rêya Amara ne
Tevî giştî dorpêç û hewldanên astengiyan jî ji bo pîrozkirina roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê bi deh hezaran kes diherikin gundê Amarayê.
Tevî giştî dorpêç û hewldanên astengiyan jî ji bo pîrozkirina roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê bi deh hezaran kes diherikin gundê Amarayê.
Yên ji çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo pîrozkirina 67’emîn roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ofcalan berê xwe dan Amarayê, di têketina Xelfetiyê de rastî êrîşa polîsan hatin. Pêşiya girseya ku ji bo derbasî Xelfetiyê bibin di ser Amedê re hatin jî di ketina otobana Xelfetiyê hate birîn, hatin derbkirin. Hate ragihandin k udi êrîşa polîsan de kesek birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê. Li ser bûyeran parlamenterên HDP’ê ber bi cihê bûyerê ketin nav tevgerê.
JI ÇAR ALIYÊN KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ DIHERIKIN AMARAYÊ
Her wiha hate diyarkirin ku yên ji bajarên Kurdistanê Amed, Êlih, Mêrdîn, Wan û ji gelek navendên din hatin jî li navçeya Sêwerega Rihayê hatine astengkirin, rêxistinên navçeyê yên DBP û HDP’ê jî ji aliyê polîsên AKP’ê hatine dorpêçkirin. Gel ê ku ji Çûkûrova û bajarên Rojava ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan ketine rê jî li tesîsên Mîrkelam a navçeya Bîrecûkê kom bûne.
WEKÎLAN Û HEVSEROKÊN KCD DORPÊÇ ŞKANDIN Û GIHIŞTIN AMARAYÊ
Li Xelfetiyê Walîtiya Rihayê di nav hewldanên provakasyonê û hewldanên astengkirina gel de ye, her wiha li Xelfetiyê rewşek OHAL’ê heye. Gelek wekîlên HDP’ê û hevserokên KCD’ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven, ferdên malbatê dorpêç şkandin û derbasî mala ku Ocalan jidayikbûne bûn.