‘'Bi azadiya gelê Kurd re wê bersiv ji komployê re bê dayîn'

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Delal Amed komploya 15'ê Sibatê nirxand û ji bo dema pêş got, "Bi azadiya gelê Kurd re wê bersiv ji komployê re bê dayîn."

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Delal Amed komploya 15'ê Sibatê nirxand û ji bo dema pêş got, "Bi azadiya gelê Kurd re wê bersiv ji komployê re bê dayîn."

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Delal Amed, di salvegera 16. de komploya navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd hat kirin, ji ANF'ê re nrixand.

Amed bibîr xist ku dema destpêkirina komployê 9'ê Cotmehê ye û diyar kir ku ev dem bi zanebûn hatiye hilbijartin. Di vî warî de Amed got, "Ev dem dema qetilkirina Che Guevara ye. Xwestin vê mesajê bidin. Dema şoreşgeriya Che Guevara qediya ye. Ji xwe hin derdoran ev yek bi awayekî zelal dianîn ziman. Rêber Apo jî xeta şoreşgerî ya demên dawî temsîld ike. Xeta şoreşgerî ya demokratî. Lewma, pêkhatina komployê di wê rojê de, mesajeke vekirî ye."

Amed da xuyakirin ku armanca komployê tinekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û got, "Mesele ne tinekirina fîzîkî ye. Ji xwe Rêber Apo bi rêxistina xwe, bi gelê xwe re hêzeke. Di kesayetiya Rêber Apo de tinekirina fîzîkî jî dihat xwestin."

Amed diyar kir ku di salvegera 16. a komployê de li Îmraliyê, ji bo pevajoya çareseriya demokratîk were pêşvebirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî dewleta Tirk têkoşîneke xurt dimeşîne û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Di peyama Newroza 2013'an de, Rêbertî got 'bi sala 2013'an re komplo vala hatiye derxistin'. Çima? Ji ber ku li Îmraliyê têkoşîneke bêhempa hat meşandin. Wekî din, asta ku tevgerê xwe gihandiyê li pêş çavan e. Li hemberî vê komployê berxwedanek hat nîşandan, tevger hat mezinkirin."

Amed bal kişand ser asta bi sala 2015'an de bi dest ketiye û got, "Bi têkoşîna li dijî DAIŞ'ê re ya li Rojava, Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî li Şengalê re, êdî pirsgirêka Kurd ket rojeva raya giştî ya cîhanê. Tevgera me jî gav bi gav rewa tê dîtin."

'RASTIYA PKK'Ê YA TEMSÎLKIRINA NIRXÊN MIROVAHIYÊ, LI GEL JINÊ ŞÊNBER BÛ'

Fermandar Amed di vê têkoşînê de bi taybetî bal kişand ser rola pêşengiyê ya jinê û ev yek destnîşan kir: "Li dijî DAIŞ'ê li Rojava berxwedana YPJ'ê, sekna bi vîn û biryardar a jinên Kurd. Li Başûr, li Şengalê, berxwedana hêzên me yên HPG/YJA Starê. Rastiyeke berxwedanê ye ku rûyê jinê gelekî lê derket pêş. Rastiya ku PKK nirxên mirovahiyê temsîl dike, di kesayetiya jinê de şênber bûye. Nirxên demokratîk û pîvanên jiyana azad a tê xwestin bi jinê re werin afirandin, ji tevahiya cîhanê re hat nîşandan. Ev yek jî pêwendiya xwe bi asta ku tevgera me xwe gihandiyê ve, heye."

Amed da xuyakirin, ku her çend komplo hatibe pûçkirin jî hînê gefa li ser tevgera wan bi temamî ji holê ranebûye û destnîşan kir ku di sala 17. a komployê de tevgera azadiyê ya Kurd wê têkoşîna xwe ya xurt li hemû qadan dewm bike.

'EM BERXWEDANÊ ÊDÎ BER BI AZADIYÊ VE DIMEŞÎNIN'

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Delal Amed da zanîn ku li hemberî vê komployê gelê Kurd xwe gihandiye astekê û got, "Bi pêşketinat êkoşînê re gelê Kurd êdî êrîşa li hemberî xwe beralî kir. Li dijî vê seknek nîşan da. Lê belê bi sala 2015'an re jî ev yek dikare were gotin; sekna gelê Kurd, sekna Tevgera Azadiyê ya Kurd êdî berxwedan jî derbas kiriye, ber bi azadiyê ve dimeşe. Gelê Kurd hatiye wê radeyê ku dikare sîstema xwe ava bike, xwe birêve bibe. Ber bi azadiyê ve dimeşe. Hatiye wê astê ku sekna xwe ya azadîparêziyê ferz bike û ji gelên demokratîk re pêşengiyê bike. Pêwîste sekna têkoşînê bi tenê weke berxwedanê neyê şîrovekirin. Belê berxwedaneke parastina mafdar heye. Lê belê êdî hatiye wê nuqteyê ku azadîparêziyê ferz bike. Tevgera Kurd jî hatiye vê astê."