Bi 10 hezaran winda û gorên komî li benda edaletê ne

Bi 10 hezaran winda û gorên komî li benda edaletê ne

Bi dehhezaran kesên hatin windakirin û yên di gorên komî de li benda edaletê ne. Di vî warî de dê bi bpêşengiya ÎHDê li Amedê xebateke berfirehtir û bi awayeke zanîstî were destpêkirin. Li gorî daneyên 21ê Îlona 2011 yên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê, li 20 herêmên cûda 3 hezar û 248 kes di 253 gorrên komî de hatine veşartin, ji vana 29 hatine vekirin û cenazeyên 190 kesan hatine derxistin. Lê Serokê ÎHDya Amedê Racî Bîlîcî da zanîn ku ev xebat ji ber hewldanên tunekirina delîlan encameke nehatiye bidestxistin û got: “Me xwest ku gorrên komî di çarçoveya Protokola Mineseto ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye qebûlkirin de bên vekirin. Ji ber ku dema gorr hate vekirin, divê bi tu awayî hestî tevlîhev nebin. Girîng e ku divê di dema vebûnê de delîl neyên tarîkirin. Ji ber ku ev yek nehate kirin, ev pêvajo nêzî saleke me daye rawestandin, em ê piştî avakirina weqfê bi biryardarî bidomînin.

Jixwe tê zanîn ku li Bakûrê Kurdistanê gelek komkujî, qirkirin, kuştinê kiriyar nediyar, hovitî çêbûne, bi sedan gorrên komî yên Kurdan, Elewî an jî yên Ermeniyan hene. Heta niha dîroka vê yekê di arşîvan de tên veşartin, gorrên komî û kesên hatine windakirin niha li benda ronîbûn û aşkerebûnê ne. Di sala par de dewletê bi awayeke kêm bersiv da vekirina bangên ji bo vekirina gorrên komî. Lê kolandina van gorran ne li gorî huqûq û ne jî li gorî pîvanên mirovahiyê pêk nehatin. Bi dewletê bi kepçeyan dest bi kolandina gorran kir, weke ku bîran bikole, dest bi kolandina gorrên komî kir.

Her çendî nexweşeya gorên komî di destê ÎHDya Amedê de heye, lê tenê daxwazek a raya giştî û malbatên windakiriyan hebû, ew jî jî aşkerkirina aqubeta wan bû. Ji bo ev yek aşkere bibe, berpirs li pêşberê edaletê hesabê vê yekê bidin û ji bo ve yek bibe destpêka rûbirûbûna bi rastiyan re, hewl hatin dayin. Di vê çarçoveyê de ÎHDya Amedê 21ê Îlona 2011 raporek têkildarê windayan û gorrên komî aşkere kir. Lê ji ber hewldanên seresere û ne cidî ev hewldan bê encam man. Ji ber vê jî ÎHDyê bi hevkariya malbatan vê awayê xebatê red kir û pêvajoyê rawestand. ÎHDê di Lijneya Giştî ya Awerte ya 16emîn de bi girîng li ser gorrên komî rawestiya.

DÊ WEQFEK LI AMEDÊ BÊ SAZKIRIN

ÎHDê derêbarê mijarê de di çarçoveya biryara di lijneya xwe ya giştî de da de hate diyarkirin ku dê li ji bo lêkolînkirina gorrên komî yên li herêmê weqfek bê avakirin û dê navenda weqfê jî li Amedê be. Hat diyarkirin ku biryara vê weqfê di lijneya giştî de hatiye dayin û dê li ser gorrên komî yên li seranserê Tirkiyeyê bixebite.

Serokê ÎHDya Amedê Racî Bîlîcî da zanîn ku ev xebat ji ber hewldanên tunekirina delîlan encameke nehatiye bidestxistin û got: “Me xwest ku gorrên komî di çarçoveya Protokola Mineseto ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye qebûlkirin de bên vekirin. Ji ber ku dema gorr hate vekirin, divê bi tu awayî hestî tevlîhev nebin. Girîng e ku divê di dema vebûnê de delîl neyên tarîkirin. Ji ber ku ev yek nehate kirin, ev pêvajo nêzî saleke me daye rawestandin, em ê piştî avakirina weqfê bi biryardarî bidomînin.

DIVÊ KOMÎSYONEK SERBIXWE-ZANÎSTÎ-RAYEDAR BÊ AVAKIRIN

Bîlîcî da zanîn ku xalek din a girîng ew e ku binasnamekirina wan e û wiha got: “Nasnameya kesê ji gorrê tê derxistin divê derkeve holê. Ji bo ev pêk were divê li gorî peymana navnetewî tevbigerin. Hikûmet an jî dewletê ev qebûl nekir. Me û malbata jî bi vî awayî qebûl nekir vebikin. Me serlêdan jî nekir. Armanc û xebata me didome. Carekê vî welatî di mijara wenda û gorrên komî de bal kişandiye û agahdarî nehtaiye kirin. Bi vê re pêşniyarên me çêbûn. Teqez divê komîsyonek serbixwe-zanîstî-rayear bê avakirin û peywirdarkirin.”

HEMÛ WENDA Û GORÊN KOMÎ DI ARŞÎVA DEWLETÊ DE YE

Bilîcî wiha got;: “Em vê baş dizanin. Nexşeya cihên gorrên komî yên gerîla lê çal kirine di destê leşkeran de ne. Piştî pevçûnan wêne kişandine. Dewlet cihê wan zane. Wendakirin jî rêxistinên îlegal yên nava dewletê ne. Em di wê baweriyê d eku hemû wenda û gorên komî di arşîva dewletê de ne. lêgerîna xweser ya li gorê komî zehmet e. Lêgerîna wendayek 17 salên me girt. Divê komîsyoneke serbixwe vê pêvajoyê bide dest pêkirin.

RÊBAZA HAT BIKARANÎN DELÎL REŞ KIR

Bîlîcî da zanîn ku ger gorên komî li gorî protokolên navnetewî bê vekirin dê bigihêje armanca xwe û wiha got: “Rêbaza niha ev e; Gorek tê kolan hestiyan hemûyan dikin torbeyan. Malbat serî lê dide. Testa DNA tê kirin lê ji ber ku tevlîhev e encam nayê girtin. Delîlan wenda dikin û disa dikin cihên din. Em vê qebûl nakin. Hewldanên me yên ku em rastiya Tirkiyeyê derxînin holê encam negirt. Pirsgirêkek mezin e. Ev xebateke bi niyeta baş pêk tê nîne.”

Bîlîcî destnîşan kir ku ev pirsgirêk ger ronî bibe dê rastiya hemû komkujiyên 30 sal berê jî derxîne holê û wiha pê de çû:“Me li Mêrdînê gor vekir. Me pir hesas vekir. Doktor, parêzer û dozger hebûn. Nasnameya 3 kesan li wir diyar bû. Dema me derxist ling, serê wan şkandibûn. Serê wan xistibûn poşetan û fetisandibûn.”

DI BIN BANÊ WEQFÊ DE XEBAT DÊ BÊN MEŞANDIN

Bîlîcî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji vir şûnde dê Weqf bê avakirin. Armanca wê meşandina vê xebatê ye. Belkî sibê komîsyona heqîqetê bê avakirin û fêdeyê jê bigire. Serlêdanên bo me tên em yên ku tespît dikin, arşîv dikin. Em amadekariyan dikin. Amadekariyên me heta encamê negire em dê bidomînin. em ji rojeva navnetewî û Tiriyeyê dernaxin. Em bi dane û zanistî xebatan bimeşînin. Dibe ku berpirs, kujer bên dîtîn. Ev girînge. Ji ber vê jî em dê her tim şopdarê vê bin.”

DANEYÊN ÎHD Û TABLOYA LI HOLÊ

Daneyên îstatîstîkî yên 21’ê îlona 2011’an ÎHD Amedê tabloyê vedibêje. Li gorî agahiyên hatine girtin rapora ku dê heta dawiya vê salê bê temam kirin, li Amed, Sêrt, Colemêrg, Wan, Bedlîs, Çewlik, Semsur, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Dêrsim, Elezîz, Agirî, Îdir, Erdexan, Qers, Dîlok, Meletî, Hatay û Rihayê bi giştî 253 gorên komî ku bi giştî 3 hezar û 248 kes têde ne heye. Di 2011’an de heta meha îlonê 29 gor hatin vekirin. 190 kes jêhatin derxistin. Lê tu encam ji bo nasnameya wan nehat girtin.

TECRUBEYA ICMP

Tê texmînkirin kul i cîhanê mîlyonek kes ji ber binpêkirinên mafan wenda ne. Ji bo vê li Balkanan, Iraq, Kuwêt, Şilî, Kolombiya,Başûrêrojhilatê Asya û Bakûrê Amekarîkayê, Komîsyona Kesên Wenda ya Navnetewî (ICMP) hat avakirin û li Yugoslavyaya Kevn (Bosna Hersek, Makedonya, Sirbistan, Xirvatistan, Kosova, Montenegro) ku texmîn dikir 40 hezar kes mirine, ji sedî 70 wenda dîtin.

Bi hevkariya dewletan nêzî 18 hezar kes bi testa DNA yê hatin teşhîskirin û di 2005’an de bi hikûmeta Bosna Hersek re hevkarî hat kirin û Estituya Windayan a Navneteweyî (MPI) hat vekirin. Di encama xebata van de jî di sala 1995’an de ji 8 hezar û 100 kesî, nasnameya 6 hezar û 700 kesî hat teşhîrkirin.