Berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Amedê nerazîbûneke tund nîşanî CPT dan, ku neçûye serdana Îmraliyê û gotin, "CPT ne hevparê hiqûqê ye, hevparê bêhiqûqiya li Îmraliyê ye. Ne hevparê rûmeta mirovahiyê ye, hevparê îşkenceyê ye." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku azadî bi kombûna li dora Ocalan dikare pêk were.
50 dildarên dixwazin bi Ocalan re hevdîtin were kirin û bi vê armancê 4 roj in di greva birçîbûnê de ne, nerazîbûn nîşanî CPT dan, ku neçû Girava Îmraliyê û hevdîtin nekir.
Berxwedêran gotin, "CPT hevparê korsaniya hiqûqê ya li Îmraliyê ye" û ev daxuyanî dan:
"Tecrîda bênavber a li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku ev 18 sal in bênavber ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin, bi hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an re ketiye pêvajoyeke nû. Rewşa piştî 15'ê Tîrmehê derket holê û nûçeyên li ser Îmraliyê hatin weşandin, fikarên me yên li ser mafê jiynê, ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan gelekî zêde kirine. Em weke 50 siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd dixwazin, ji bo ji holê rakirina van fikaran, malbat, parêzer an jî heyeteke serbixwe ya pê bawer biçe Girava Îmraliyê û di çarçoveya hiqûqê de pê re hevdîtinê bike. Bi vê armancê me dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirine. Lewma bûyerek têkildarî Îmraliyê me hemûyan yekser eleqedar dike.
'HEVPARÊ RÛMETA MIROVAHIYÊ NÎNE, HEVPARÊ ÎŞKENCEYÊ YE'
Nûçeyeke din a bala me dikişîne jî, serdana hefteyekê ya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a li Tirkiyeyê û encamên vê serdanê ye. CPT di 29'ê Tebaxê de dest bi serdana xwe kir û tevî ku li gelek nexweşxaneyan lêkolîn kir, neçû girtîgeha Girava Îmraliyê. CPT bi serdana xwe ya dawî ya li Tirkiyeyê re careke din berpirsyariya xwe ya dîrokî ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de îspat kiriye. Erka CPT pêşîgirtina li îşkenceyê ye, lê belê ya CPT dike, hevpariay îşkenceyê ye. Yek ji berpirsyarên herî mezin ên korsaniya hiqûqa li Îmraliyê, CPT ye, ku ev korsanî ev 18 sal in qonax bi qonax gefê li mafê jiyanê yê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan dixwe. CPT li Îmraliyê nebûye alîgirê hiqûqê, bûye hevparê bêhiqûqiyê. Nebûye alîgirê rûmeta mirovahiyê, bûye hevparê îşkenceyê.
Em di wê baweriyê de ne, ku ne saziyên nikarin derkevin derveyî siyaset û hiqûqa serdestan, lê em gelê Kurd bi kombûna li dora Rêberê Gelê Kurd re dikarin azadiyê pêk bînin."