Berxwedêrên greva birçîbûnê: Berxwedana Sûrê hêzê dide me
Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Hevseroka DBP'ê ya Baglarê Karaman û Hevşaredara Çinarê Eryilmaz gotin, ew hêza xwe ji berxwedana Sûrê digirin.
Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Hevseroka DBP'ê ya Baglarê Karaman û Hevşaredara Çinarê Eryilmaz gotin, ew hêza xwe ji berxwedana Sûrê digirin.
Grev birçîbûnê ya li Amedê, ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatiye destpêkirin û bi rengekî bêdem û bêdorveger dewam dike, di roja 4. de ye. 50 berxwedêr, ku nivîskar, sînemavan, rojnamevan û şanoger jî di nav de ne, danê sibehê tên ziyaretkirin.
Ji berxwedêran Hevseroka DBP'ê ya Baglarê Arzû Karaman û Hevşaredara Çinarê Rûkiye Eryilmaz, ji aliyekî ve berxwedana xwe didomînin, li aliyê din jî 'Rojnivîskên berxwedana Sûrê' dixwînin.
Karaman da xuyakirin, ku ew her sibehê 'Rojnivîskên berxwedana Sûrê' dixwînin û ji berxwedana bêhempa ya li Sûrê hêzeke mezin digirin.
KARAMAN: OCALAN XETA ME YA SOR E, EM Ê TI CARÎ DEV JÊ BERNEDIN
Karaman anî zimani ku berxwedêrên Sûrê yên li dijî tank û topan bi lehengî li ber xwe dan, hêzeke mezin dide wan û destnîşan kir, ku her berxwedêrekî li Sûrê şehîd bûn, felsefeyek e. Karaman got, "Hevalê Çiyager moralê dide hemû hevalên li Sûrê li ber xwe didin û ji bo hevalên birîndar ji nû ve tevlî têkoşînê bike, wan teşwîq dike. Bi vî rengî nîşan dide ku ew fermandarek e. Gelê Kurd gelekî ku bi berxwedan û vîna xwe hebûna xwe parastiye. Divê êdî aliyê hemberî me vê rastiyê fêhm bike."
Karaman got, "Îro jî hewl didin me bi gefên li dijî Rêberê me bitirsînin" û destnîşan kir, ku Ocalan xeta wan a sor e û ew ê ti carî dev jê bernedin. Karaman anî ziman, berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê heta dawiyê xwedî li Ocalan derkevin û got, "Dema mirov rojnivîskên berxwedana Sûrê dixwînin, dibînin bê kî tarûmar bûye û psîkolojiya kê xera bûye. Em bi hev re dibînin, ku yên tank û topên wan hene, bi çi rengî li pêşberî hevaleke/î berxwedêr ditirse. Her hevala/ê li Sûrê li ber xwe da, ji bo me îdeolojiyek e."
ERYILMAZ: EZ JI BERXWEDANA SÛRÊ HÊZÊ DIGIRIM
Hevşaredara Çinarê Eryilmaz jî da xuyakirin, bibîr xist ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe bi kar anîn û di destê ciwanên li hemberî wan de bi tenê çekên sivik hebûn. Eryilmaz destnîşan kir, ku ciwanan nîşan dan bawerî û çanda wan a berxwedanê gelekî mezin e û got, "Ez ji wan hêzê digirim."