Berxwedêrekî fedayî yê Nisêbînê: Serdem Wedat
Yek ji şervanên YPS'ê, ku li Nisêbînê bi rengekî fedayî li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da Alî Aydemîr (Serdem Wedat) e. Dayik û bavê wî qala wî kirin û gotin, ew ê li ser şopa kurê xwe bin.
Yek ji şervanên YPS'ê, ku li Nisêbînê bi rengekî fedayî li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da Alî Aydemîr (Serdem Wedat) e. Dayik û bavê wî qala wî kirin û gotin, ew ê li ser şopa kurê xwe bin.
Serdem Wedat (Alî Aydemîr) di sala 1989'an de li gundê Xursa Navê yê Qoserê ji dayik bû. Serdem heta pola çaran a dibistana seretayî li gund xwend, piştre li Qoserê dewam kir. Tevî malbata xwe koçî Stenbolê kir. Lîse li Stenbolê qedand. Piştre mafê xwendina li Zanîngeha Egeyê ya Îzmîrê qezenc kir û li vê derê dest bi xwendina beşa rojnamevaniyê kir.
Serdem di dema xwendina zanîngehê de bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt. Dema xwendekarê pola 3'an a zanîngehê bû berê xwe da çiyê û tevlî nava refên gerîla bû. Bi ragihandina xwerêveberiyê re Serdem Wedat hat Nisêbînê û bi lehengî cihê xwe di nava destana berxwedanê de girt, ku bi mehan dewam kir. Ji bo derxistina komek ji hevalên xwe yên li Nisêbînê, di meha Tebaxê de careke din vegeriya Nisêbînê û ji bo hevalên xwe ji nava şer derxîne, xwe feda kir. Serdem Wedat bi berxwedaneke lehengî şehîd bû û li kêleka pismamê xwe Wedat Aydemîr hat veşartin, ku pismamê wî di sala 1996'an de bedena xwe dabû ber agir û wî navê pismamê xwe li xwe kiribû.
Dayik Mehdiye û bav Nesîh Aydemîr ji ANF'ê re qala kesayetî û têkoşîna şervanê YPS'ê Serdem Wedat kir, ku di 12'ê Tebaxê de di şerê li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da.
'JI ÇI BAWER DIKIR, EW BI CIH DANÎ'
Bav Aydemîr da xuyakirin, ku Serdem hê di emrê zarokatiyê de bi berpirsyariya malbatê radibû û got, "Karakterekî wî yê welê hebû, ku xwe bi mirovan dida hezkirin. Baldar û kedkar bû. Hewl dida pirsgirêkên her kesî çareser bike. Taybetmendiyeke din a sereke ya Serdem ew bû, ku dema ji tiştekî bawer dikin, ji sedî sew ew bi cih danî. Ev taybetmendiya Serdem ne i ser bingeha berjewendiyên madî û şexsî bû. Ev taybetmendiya wî ji bo armancên manewî û civakî derdiket pêş."
Bav Aydemîr anî ziman ku Serdem her tim nêrînên mirovan hêja didît, lê ya ku rast didît, yekse pêk danî.
'KEDKAR Û FEDAKAR BÛ'
Serdem, tevî van taybetmendiyên xwe, bi kedkarî û fedakariya xwe jî di nava malbatê de derdiket pêş. Aydemîr destnîşan kir, ku kurê wî alîkarê herî mezin ê dayika xwe bû û tevî alîkariya ji bo dayika xwe, her wiha hewl dida hemû pirsgirêkên xwişk-birayên xwe çareser bike.
DEMA ZANÎNGEHÊ
Serdem, di sala 2010'an de mafê xwendina li zanîngehê qezenc kir. Nexwest li Zanîngeha Çandê ya Stenbolê bixwîne. Wî qeyda xwe li beşa Rojnamevaniye ya li Zanîngeha Ege ya Stenbolê çêkir. Bav Aydemîr da xuyakirin, ku piştî Serdem dest bi zanîngehê kir, bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bû û ragihand, di vê demê de polîsan gelek caran zext lê kirin, ew binçav kirin û darizandin. Bav Aydemîr diyar kir, ji ber ku Serdem li pêşberî zext û îşkenceyê ji rêya xwe venegeriya, polîsan vê carê zext li malbatê kirin û hewl dan bi vî rengî Serdem ji têkoşînê vegerînin. Bav Aydemîr da zanîn, ku rojekê polîs li wan geriya û jê re got, 'Kurê we karê rêxistinî dike' û bi vî rengî zext li wan kirin. Bav Aydemîr destnîşan kir, ku ne wan ne jî Serdem li pêşberî van zextan dest ji têkoşînê bernedane.
SERDEM BERÊ XWE DA ÇIYÊ
Di sala 2013'an de Serdem xwendekarê pola 3'an a zanîngehê bû. Bavê wî di dawiya salê de li zanîngehê Serdem ziyaret kir. Di vê serdanê de fêhm kir ku Serdem êdî dixwaze tevlî nava refên gerîla bibe. Bav Aydemîr got, "Min ji Serdem re got, 'Kurê min, xuya ye tu xwe ji bo çûyînê amade dike'. Wî jî got, 'Belê bavê min êdî biryara çûyînê da, ez nema dikarim li vir bimînim'. Min jê re got, 'dibistana xwe biqedîne û piştre biçe', lê Serdem ev bersiv da, 'Bavo eger ez dibistana xwe biqedînim, hingî ez tevlî nava pereyan bibim, mirovê bi dû pereyan bikeve jî pê re rûmet namîne. Lewma berî ez bi dû pere û madiyatê bikevim, divê biçim'. Min jî jê re got, 'rêya te vekirî be' û vegeriyam malê."
Piştî vê hevdîtina bi bavê xwe re Serdem di Kanûna 2013'an de berê xwe da çiyê û tevlî nava refên gerîla bû.
SERDEM CIHÊ XWE DI NAVA BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ YA LI NISÊBÎNÊ GIRT
Piştî ku li Nisêbînê xwerêveberî hat ragihandin, Serdem bi daxwaza xwe di 1'ê Çileya 2016'an de hat Nisêbînê û tevlî nava refên YPS'ê bû. Bav Aydemîr pê hesiya ku kurê wî li Nisêbînê ye û ji bo wî bibîne berê xwe da Nisêbînê.
'MÎNA HER CARÊ DIXEBITÎ'
Bav Aydemîr dema li nava Nisêbînê digeriya, li kurê xwe Serdem rast hat. Bav Aydemîr got, "Ez li Serdem digeriyam. Bi hêviya dîtina wî digeriyam. Ji nişka ve lê rast hatim. Serdem mîna her carê dixebitî, ked dida. Av ji bîrê derdixist. Dema ez dît, matmayî ma. Me hev hembêz kir."
'EM Ê ŞEHÎD BIKEVIN, BILA SERÊ WE BILIND BE'
Bav Aydemîr diyar kir, ew li Nisêbînê demeke kurt li hev rûniştin û qala diyaloga navbera xwe û kurê xwe kir: "Dema em ê biça, Serdem ji min re got, 'Bavo ez ê tiştekî ku pê serê te berjêr bibe nekim. Eger li ber vê xendekê kesek nemîne jî ez ê bimînim û li ber xwe bidim. Ez ê serî li ber dijmin netewînim'. Min jî serketin jê re xwest."
Bav Aydemîr anî ziman ku Serdem ji wî re gotiye, "Em ê li vir şehîd bikevin, hûn bi me serbilind bin, bila serê we bilind be" û destnîşan kir, ku ew jî her tim bi Serdem û hevrêyên wî re serbilind e.
SERDEM JI BO DERXISTINA HEVALÊN XWE VEDIGERE NISÊBÎNÊ
Di destpêka meha Adarê de bi qedexeya derketian derve û êrîşan re li Nisêbînê berxwedana xwerêveberiyê destpê dike. Desteya berxwedana Nisêbînê ji bo hêzên dewleta Tirk vediguhere çiravê. Yek ji lehengên vê destanê Serdem e. Piştî ku YPS di meha Hezîranê de biryara vekişînê digire Serdem û hevalên wî xwe ji Nisêbînê vedikişînin. Piştî vê vekişînê Serdem ji bo komek ji hevalên xwe yên li Nisêbînê mane derxîne, bi berpirsyarî tevdigere û vedigere Nisêbînê.
'JI BO SERXISTINA HEVALÊ XWE, SERDEM XWE FEDA DIKE'
Bav Aydemîr anî ziman ku Serdem di hefteya destpêkê ya meha Tebaxê de ji bo derxistina komek ji hevalên xwe hat Nisêbînê û hevalên xwe derxist. Bav Aydemîr diyar kir, ku Serdem careke din di 12'ê Tebaxê de bi wesyîteke nixumandî careke din dikeve nava Nisêbînê û dixwaze hevalên xwe yên mayî jî derxîne. Aydemîr got, "Serdem wê rojê hevalên xwe li wesayîtê siwar dike û dema ji taxê derdikevin, wesayîta zirxî pêşî li wan dibire. Serdem tevî hevalekî xwe derdikeve pêş û bi lehengî li ber xwe dide. Xwe dikin 2 kom û dikevin nava du malan. Şerê li vir danê sibehê destpê dike û heta nîvro saet 13:00 dwam dike. Serdem û hevalên wî li hemberî hêzeke mezin a polîsan bi saetan şer dikin. Serdem û hevalekî wî, hevalên xwe ji wir derdixînin û ew jî şehîd dibin."
'SERDEM NAVÊ PISMAMÊ XWE YÊ BEDENA XWE DA BER AGIR, LI XWE KIR'
Bav Aydemîr bibîr xist, ku pismamê Serdem Wedat Aydemîr ê di sala 1996'an de li Girîgeha Sagmacilar a Stenbolê ji bo şermezarkirina komkujiya li zîndana Amedê li girtiyên PKK'î hat kirin, bedena xwe da ber agir û diyar kir, Serdem jî di nava refên têkoşînê de navê Wedat li xwe kir. Bav Aydemîr ragihand, Serdem piştî ku şehîd bû li kêleka pismamê xwe Wedat hat veşartin.
LI GUNDÊ LÊ JI DAYIK BÛ HAT VEŞARTIN
Bav Aydemîr ê bi şehadeta Serdem hesiya, roja 13'ê Tebaxê çû Nisêbînê û ji wêneyan kurê xwe teşxîs kir. Bav Aydemîr diyar kir, ku wan cenazeyê Serdem ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê rakirine û li gundê Xursa Navê cihê lê ji dayik bû, di 17'ê Tebaxê de spartin axê.
'GELÊ KURD Ê BI RÛMET WÊ LI SER ŞOPA SERDEM Û HEVRÊYÊN WÎ BE'
Dayika Serdem Mehdiye Aydemîr jî destnîşan kir, ku gelê Kurd ê bi rûmet wê heta dawiyê li ser şopa ewladên wan têbikoşe. Dayik Aydemîr anî ziman, ku kurê wê ji bo jiyaneke azad û wekhev li ber xwe da, bi rûmetdarî şehîd bû û got, "Ez bang li cerdevanan, ên bi bêrûmetî li cem dewletê cih digirin dikim; werin û li cem têkoşîna bi rûmet a gelê xwe cih bigirin."
Aydemîr diyar kir, kurê wê ne birçî û ne bêxwedî bû û da zanîn, ku kurê wê ji bêçaretiyê neçû çiyê, ji bo rûmetê, ji bo azadiya gelê xwe derket serê çiyê. Dayik Aydemîr da xuyakirin, ku ew ê heta dawiyê li ser şopa kurê xwe û hevrêyên wî yên ji bo azadiay gelê Kurdistanê şehîd bûn, be û berxwedana xwerêveberiyê wê bidome.