Berxwedana zindana mezin dibe, 2 girtiyên din jî tevlî grevê bûn

Berxwedana zindana mezin dibe, 2 girtiyên din jî tevlî grevê bûn

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê 2 girtiyên din jî di çarçoveya çalakiya greva birçîbûnê ya di 12'ê Îlonê de girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, dest bi grevê kirin.

Çalakiya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku di 12'ê Îlonê de ji bo azadî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryar didome û her ku diçe belav dibe. Çalakiya ku 41 rojin dime hêjmara tevlêbûnê jî zêde dibe. Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê 2 girtiyên din jî dest bi grevê kirin. Girtiya bi navê Bahar Uçak û Necibe Armin, bi riya malbatên xwe daxuyanî dan û diyar kirin ku, ji 17'ê Cotmehê û şûn ve dest bi çalakiya grevê kirine.