Berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê di roja 22. de ye
Li Şirnexê ku berxwedan di roja 22. de ye, êrîşa bi tank, top û obusan a li hemberî taxên berxwedêr dewam dike. Sewqiyata zêde ya leşkerî ya ber bi bajêr balê dikişîne.
Li Şirnexê ku berxwedan di roja 22. de ye, êrîşa bi tank, top û obusan a li hemberî taxên berxwedêr dewam dike. Sewqiyata zêde ya leşkerî ya ber bi bajêr balê dikişîne.
Di roja 22. a êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de bomberdûman û sewqiyata leşkerî ya li bajarê Şirnexê dewam dikin. Piştî bomberdûmana duh tevahiya rojê, hêzên dewleta Tirk hewl dan bikevin nava taxên Îsmetpaşa, Dîcle, Cûmhûriyet û Gazîpaşa. Ji ber bersiva tund a hêzên YPS û YPS jinê, şerekî dijwar qewimî. Gelek ambûlans çûn herêma şer. Der barê hejmara mirî û birîndaran de agahî nehat bidestxistin.
Danê êvarê şer hinekî kêm bû, lê hêzên dewleta Tirk ên ji ber berxwedanê ji neçarî xwe vekişandin, bi maşînên zirxî tevahiya şevê gule li taxan reşandin.
Her wiha tevahiya şevê bi balafirên keşfê yên bê mirov re keşif hat kirin û helîkopter li ser navçeyê geriya.
Danê sibehê jî topbarana li hemberî taxên Yenî, Dîcle, Cûmhûriyet û Îsmetpaşayê, dîsa destpê kir. Ji ber topbaranê şewat bi gelek xaniyan ket. Ji taxan dengê çekan tê.
Li aliyê din sewqiyata leşkerî jî dewam dike. Duh bi şev konvoyeke ji zêdeyî 30 maşînên zirxî ket hundirê 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan.