Berxwedana Terolarê dewam dike
Desteka ji bo berxwedana Elewiyan a li hemberî kampa AFAD'ê ya ji bo çeteyan tê çêkirin, zêde dibe.
Desteka ji bo berxwedana Elewiyan a li hemberî kampa AFAD'ê ya ji bo çeteyan tê çêkirin, zêde dibe.
Berxwedana li hemberî kampa AFAD'ê ya ji bo çeteyan li gundê Terolar ê navçeya Mereş Dulkadîrê tê çêkirin, di roja 24. de ye. Welatiyên ji gund û navçeyên derdorê jî destekê didin berxwedana welatiyên Elewî. Fikar hene ku dewleta Tirk li vê kampa çêdike çeteyan bi cih bike.
Esnafên bajarokê Narli duh êvarê bi awayekî girseyî çûn qada berxwedanê û çalakger ziyaret kirin. Danê vê sibehê jî komek ji Stenbolê hat û berxwedêr ziyaret kir.
Gundiyên li hemberî çêkirina kampê doz vekirine, li benda bi encam bûna pêvajoya hiqûqê ne.