'Berxwedana Sûrê dewama berxwedana Zîndana Amedê ye'
Gerîla Peyman Bêrîvan û Axîn Zîlan dan xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê dixwaze dest deyne ser Sûrê û destnîşan kirin, girîng e gelê Sûrê li hemberî vê polîtîkaya asîmîlekirinê li ber xwe bide û qebûl neke.
ANF
BEHDÎNAN
în, 8 avrêlê 2016, 08:06
Gerîla Peyman Bêrîvan û Axîn Zîlan dan xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê dixwaze dest deyne ser Sûrê û destnîşan kirin, girîng e gelê Sûrê li hemberî vê polîtîkaya asîmîlekirinê li ber xwe bide û qebûl neke.
Gerîlayên YJA Starê plana AKP'ê ya ji bo desteserkirina Sûrê ji ANF'ê re nirxandin.
Ji gerîlayan Peyman Bêrîvan destnîşan kir, polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ya ji bo asîmîlekirina Sûrê, wê bê encam bimîne.
Bêrîvan diyar kir, berxwedana Sûrê pêvajoyeke dîrokî ye û got, "Ya ku dijmin dixwest li vir bike, di şexsê gelê Sûrê de şikandina vîna gelê Kurd e. Lewma ewçend êrîşên dijwar bir ser Sûrê. Gelê Sûrê li ber xwe da. Ji ber vê yekê, dijmin hem ji aliyê leşkerî hem jî ji gelek aliyên din ve bi bikaranîna rê û rêbazên cuda re hewl da gel bişikîne. Lê dijmin negihaşt encama dixwaze. Jê nehat vîna Kurdan û Sûrê bişikîne. Sedemên êrîşên dijmin ên li hemberî Sûrê hene. Ya yekemîn; Sûr ji gelek aliyan ve serdest e. Hem ji aliyê leşkerî ve serdest e, hem jî ji ber rewşa xwe gelek mirov dikarin xwe li nava Sûrê biparêzin. Ya ku dijmin dixwaze bike, bicihanîna polîtîkaya asîmîlasyonê ye."
'DIVÊ GEL BI BERXWEDANA XWE RE XWEDÎ LI SÛRÊ DERKEVE'
Bêrîvan da zanîn, girîng e Amed û tevahiya gelê Kurdistanê xwedî li Sûrê derkevin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Gel xwedî çand, berxwedan û dîrokeke kevnare ye. Hikûmeta AKP'ê dixwaze dest deyne ser Sûrê. Girîng e gelê Sûrê li hemberî vê polîtîkaya asîmîlekirinê li ber xwe bide û qebûl neke. Ya ku tê xwestin li wir bê kirin, asîmîlekirin û tinekirin e. Li hemberî vê yekê gel bi hêza xwe li ber xwe dide. Bendewairya me jî ev e. Divê ji sedî sed berxwedaneke bi vî rengî were nîşandan. Xwedî li çanda xwe derkeve. Ji ber ku Sûr dilê Kurd û Kurdistanê ye. Ji bo parastina vî dilî jî girîng tevahiya gelê Kurdistanê seferber bibe."
'BÊHNA DîROKÊ JI HER MA Û KOLANA SÛRÊ TÊ, BÊHNA MIROVAHIYÊ JÊ TÊ'
Ji gerîlayan Axîn Zîlan jî diyar kir, divê bi berxwedana Zîndana Amedê re xwedî li Sûrê bê derketin û ev nirxandin kir: "Ya ku dijmin li Sûrê dike polîtîkaya şerê taybet e. Beriya niha ev yek li Zîndana Amedê nîşan da bû. Berxwedana li Sûrê tê meşandin, dewama kevneşopiya berxwedana Zîndana Amedê ye. Hemû berxwedêr û ciwanên li wê derê, rewşa şênbe a berxwedêrên Zîndana Amedê ne. Der barê hewldanên desteserkirina Sûrê de ev yek dikare bêg otin; Ya ku hewl tê dayîn li wir bê xerakirin, dîrok e. Rastiyeke mirovahiyê ye. Rastiyeke berxwedanê ye. Lewma dijmin dixwaze rastiya li wê derê tine bike. Bêhna dîrokê, bêhna mirovahiyê ji her mal, ji her kolana Sûrê tê. Ji ber ku dijmin ji vê rastiyê ditirse dixwze Sûrê xera bike. Bi polîtîkayên piralî yên ajankirinê re hewl dide vê bike. Lê belê Sûr bi kevneşopiya berxwedana Zîndana Amedê re li ser piyan e û xwe ji tevahiya cîhanê re îspat kiriye. Em jî zarokên Sûrê ne, zarokên Amedê ne. Em jî niha xwe li çiyayên azad tînin ziman. Li hemberî vê polîtîkayê ya ku divê gelê Amedê, gelê Sûrê bike; bi xwedîderketina li berxwedana Zîndana Amedê ye re redkirina van polîtîka û êrîşan e. Bêguman gelê Amedê û Sûrê wê hesabê vê bipirse."
'EM Ê BI GELÊ AMEDÊ RE SÛRÊ BIPARÊZIN Û NEDIN DIJMIN'
Zîlan soza hilanîna tola kiryarên li Sûrê da û got, "Em neviyên Şêx Seîd in. Bêguman em ê tola vê hilînin û hesabê wê bipirsin. Pêwîste ciwan hemû li dijî vê polîtîkaya di bin navê 'cemawerîkirinê' de tê meşandin, derkevin. Divê xwedî li Sûr û Amedê were derketin. Ew der axa me ye. Em vê sozê didin gelê xwe. Weke şervanên azadiyê, weke ciwanên azad em ê Amedê, Sûrê, Kurdistanê biparêzin û nedin dijmin. Li ser vê bingehê divê ciwan tevlî refên berxwedan û azadiyê bibin. Em ji hemû ciwanên me, ji dayikên me, ji gelê me re serketinê dixwazin."