Berteka bazirganan a li dijî pêşmergeyan

Berteka bazirganan a li dijî pêşmergeyan

Hate ragihandin ku komek bazirganên ku li ser sînorê Başurê Kurdistanê gelek caran tiştên wan hatine desteserkirin, ji bo ku nerazîbûna xwe nîşan bidin, konek ê pêşmergeyan şewitand.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh hinek bazirganan piştî ku pêşmergeyan gelek caran tiştên wan desteser kirin, li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê konek ê pêşmergeyan şewitand. Hate ragihandin ku gelek caran bazirgan dema dixwestin biçin Başûrê Kurdistanê li ser sînor ji aliyê pêşmergeyan ve hatine rawestandin û tiştên wan hatine desteserkirin. Hate gotin ku bazirganan jî ji ber vê yekê nerazîbûna xwe bi vî rengî aniye ziman.

ÎDÎAYA KU 60 ELOK BI SAXÎ HATIN ŞEWITANDIN

Li aliyê din hate îdîakirin ku çend roj beriya niha pêşmergeyan li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê 60 elok bi saxî şewitandine. Li gorî îdîayan, li Rojavayê Kurdistanê çend malbatên rewşa wan a aborî nebaş e elokên xwe kom kirin û ji bo ku bên firotin birin Başurê Kurdistanê. Lê kesê ku elok birin, li ser sînor ji aliyê pêşmergeyan ve hate rawestandin û 60 elokên wî bi saxî hatin şewitandin.

Welatparêzekî elokên çend malbatan kom kirin û ji bo ku bifiroşe birin Başûrê Kurdistanê, lê li ser sînor ji aliyê pêşmergeyan ve hate rawestandin.

Sînorê Dêrikê ku tekane sînorê welatiyan pêdiviyên xwe lê pêşwazî dikirin jî ji aliyê hikumeta herêmê ve hatiye girtin.

Bazirganan çadira pêşmergeyan şewitand