Bertek nîşanê hikûmetê da, Haberturkê 2 program ji weşanê rakirin

Bertek nîşanê hikûmetê da, Haberturkê 2 program ji weşanê rakirin

Bernameyên televîzyona Haberturk yên bi navê ‘Enîne boyuna’ û ‘Basin Kulubu’ ku rojnameger tevlî dibûn û şîrove û nirxandin dikirin, bê hincet ji aliyê rêveberiya televizyonê ve ji weşanê hatin rakirin.

Di kanala televîzyonê ya Haberturkê de bernameya Enîne Boyuna ku moderatoriya wê Ece Uner dikir û her hefte rojnameger Cengîz Çandar, Ruşen Çakir û Fehmî Koru tevlîdibûn ji weşanê hate rakirin û piştî vê bernameya Basin Kulubu ya ku moderatoriya wê Abdullah Kiliç dikir û rojnameger Amberîn Zaman, Mîne Kirikkanat, Yavuz Semercî, Nîhal Bengîsu Karaca û Kadrî Gursel tevlî dibû ji weşanê hat rakirin.

Rojnamegerê hefteyê du caran tevlî her du bernameyand dibûn bi rexneyên xwe yên ji bo AKP’ê û nirxandinên xwe hatibûn rojevê.