Beriya merasima cenazeyên gerîlayan polîsan dor li Amedê girt

Beriya merasima cenazeyên gerîlayan polîsan dor li Amedê girt

Li Amedê piştî du roj in cenazeyên 2 gerîlayên HPG'ê Hakan Ceylan û Hîcran Gersiyor ji aliyê polîsan ve destûrê nayê dayîn bispêrin axê esnafan dikanên xwe venekirin. Li Amedê berî meşa bi banga Înîsiyatîfa Gel a Amedê hatiye plankirin bê lidarxistin polîsan dor li bajêr girt.

Cenazeyên gerîlayên Kurd Hakan Ceylan (Dijwar Amed) û Hîcran Gersiyor (Axîn Viyan) ên ku di 22'yê mijdarê de li navçeya Dara Henê ya Çewlîkê jiyana xwe ji dest dan 2 roj in polîs destûrê nadin bispêrin axê. Ji bo cenazeyên gerîlayan dê îro meş pêk bê.

Berî meşê polîsan Amed dorpêç kir. Merasîma cenazeyan a ku dê li Goristana Yenîkoyê pêk hatiba ji aliyê polîsan ve bi hinceta îxbara "propagandeya rêxistinê" û "provokasyonê" hate astenkirin û merasîm pêk nehatibû. Cenazeyên gerîlayan 2 roj in li morga Goristana Yenîkoyê tên ragirtin. Îro bi armanca şermezarkirina helwestan polîsan dê ji Mizgefta Bayramoglu heta Goristan Yenîkoyê meş bê lidarxistin.

Li qada meş dê lê pêk bê polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin. Li ber Mizgefta Bayramoglu TOMA, wesayîtên zirxî, hêzên çewîk û gelek polîsên sivîl lê hatin bicihkirin. Ji bajarên derdorê re gelek polîs ji bo alîkariyê veguhestin Amedê û li gelek noqteyên bajar hatin bicihkirin.

LI AMEDÊ SEKNA RAGEŞÎ DIDOME

Li aliyê din esnafên Amedê ji bo gerîla Ceylan û Gersiyor dikanên xwe venekirin. Di serî de navçeya Rezan, Peyas, Sur, Şehîtlik û Ofîsê esnafan dikanên xwe venekirin. Polîsan li ber saziyên dewletê tedbîrên gelek berfireh girtin. Li ber avahiyên AKP'ê wesayîtên zirxî hatin bicinkirin.