BI DÎMEN

Berekat: Cihên li Qamişlo ji rejîmê hatine stendin wê neyên dayîn

Hevserokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat destnîşan kir, ku cihên li Qamişlo di encama şerê sê rojan de ji aliyê Hêzên Xweseriya Demokratîk ve hatine stendin, wê neyên vegerandin.

Berekat di civîna çapemeniyê ya li ser şerê sê rojan ê di navbera Asayîşê/YPG û hêzên rejîmê û peymana li ser li hev hatiye kirin de axivî û diyar kir, cihên di vî şerî de ji rejîmê hatine stendin, wê neyên vegerandin.

Civîna Çapemeniyê li navenda Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê hat lidarxistin. Di civînê de Hevserokê Desteya Karên Hundir Kenan Berekat axivî.

Berekat di destpêka axaftina xwe de, sersaxî ji malbatên qurbaniyan re û şifa jî ji birîndaran re xwest.

Berekat da zanîn ku di şerê ji ber êrîşên hêzên rejîmê destpê kirin û Hêzên Asayîşê jî bersiv da de, diyar bû ku hêzên Asayîşê dikarin sivîlan biparêzin û li hember êrîşan bisekinin. Berekat got, ew ji bo hemû êrîşên bi vî rengî amade ne û ew ê sivîlan biparêzin.

Berekat di axaftina xwe de xalên ku di hevdîtinê li ser hatine li hev hatiye kirin anîn ziman û li pêşiya dezgehên çapemeniyê şîrove kir.

Xalên li ser hatine lihevkirin ev in:

1- Di navbera herdu aliyan de rawestandina şer û li gorî wê tevgerkirin.

2- Rêxistina koma Dîfa Wetenî ya girêdayî rejîmê di ber çavan re bê derbaskirin û di dema pêş de bê belavkirin, ji hev bê xistin.

3- Meaşên karmendan neyên qutkirin, neyên tehdîtkirin û zorê li ser wan nekin ku bibin çekdarên rejîmê.

4- Hemû kesên girtî yên herdu aliyan bên berdan.

5- Pêşwazîkirina ziyana madî ku di encama êrîşa li ser taxên sivîl pêk hatibû de derketiye holê û tazmînata ji bo malbatên sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane.

6- Divê rejîm tevlî kar û barên gel û civakê nebin.

7 – Rewşa awarte ya li bajar bê bidawîkirin û jiyan vegere asayîbûnê.

8- Her hêzek wê li cihê ku niha lê ne bimîne.

9- Çênabe Artêşa Sûriyê ciwanên Rojava, bi darê zorê bibe leşkertiya xwe.

Berekat di axaftina xwe de bîlançoya şer jî diyar kir û got:

"Ji hêzên Asayîşê 7 endam, ji YPG’ê  3 endam, ji Hêzên Parastina Civakî 1, ji sivîlan 17 û ji hêzên rejîmê jî zêdetirî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û her wiha 102 endam û pêxwazên rejîmê jî dîl hatin girtin."

Piştre Berekat bersiva pirsên rojnamevan dan.

Yek ji pirsan ev bû’ Hejmara nexweşxaneyên ku deriyên xwe li pêşiya dermankirina birîndaran girtin çend bûn.

Berekat di bersiva der barê vê pirsê de jî got ku hemû nexweşxane û kardroyên tenduristiyê divê, di demên wiha de erka xwe ya mirovî pêk bînin û deriyê xwe li pêşiya dermankirina birîndaran negrin.

Berekat da zanîn eger tiştek wisa ji aliyê nexweşxaneya ve dubare bibe, ew ê neçar bimînin ku tedbîrên pêwîst di der heqê wan de bigrin.