Bendavên qaçax û herêmên ewlekariyê pezkoviyan qetil dikin
Pezkoviyên ku li ber tinebûnê ne, li şûna werin parastin ji ber polîtîkayên şer ên li Kurdistanê di rewşeke xetere de ne.
Pezkoviyên ku li ber tinebûnê ne, li şûna werin parastin ji ber polîtîkayên şer ên li Kurdistanê di rewşeke xetere de ne.
Pezkoviyên ku li ber tinebûnê ne, li şûna werin parastin ji ber polîtîkayên şer ên li Kurdistanê di rewşeke xetere de ne. Pezkoviyên ji aliyê gelê herêmê ve pîroz tên dîtin, polîtîkayên şer bandoreke giran a neyînî li wan dikin.
Li Dêrsimê, ji ber bendavên bi qaçaxî tên çêkirin, gelek qadên jiyanê di binê avê de man e. Bendavên qaçax û projeyên HES'ê dewam dikin. Operasyonên li herêmên di bin navê 'Herêma Ewlekariyê' de hatine qedexekirin jî, gefê li pezkoviyan û gelek zindiyan dixwin.