Bejahiya Zozanên Şenê tê bombebaran kirin

Bejahiya Zozanên Şenê tê bombebaran kirin

Li Mûşê liv û tevgera leşkerî destpê kir. Balefirên şer yên ji navendê rabûn hinek noqteyên li herêma Şenyaylayê bombebaran dike.

Helîkopterên artêşa Tirk herêmên Delav, Delîkê, Kupê, Kozma û Zengok yên ser bi herêma Şenyayla ya bajaroka Kizilagaça Mûşê bombebaran dike. Bombebarana helîkopterên ji Fermandariya Alaya Mûşê rabûn didome, her wiha yekîneyên leşkerî jî veguhestin herêmê.

Ji herêma tê bombebaran kirin dengê çekan bilind bibe.