BI DÎMEN

Bedewiya jiyana bi kedê...

Mahîr Cizre yê di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû dibêje; ked jiyanê dixemilîne.

Mahîr Cizre yê di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû dibêje; ked jiyanê dixemilîne.

Di vê kêliya bedew a jiyanê de Mahîr û tîmeke gerîla ya pê re, ji bo hevalên xwe nan lê dixin. Mahîr bi giranî ji bo hevrêyên xwe yên li ser gir, nan lê dixe.

Mahîr destnîşan dike, ku ew vî karî bi kêfxweşî dike û dibêje, "Ked, têkiliyên hevrêtiyê xurtir dike. Lewma gelek caran ji hevrêyên xwe re nan lê dixim û dişînim. Ev kar min nabetilîne."

Mahîr dide zanîn, ku gerîlayên li ser gir bi giranî di nava rewşa şer de ne û wiha dewam dike: "Em jî li vê derê ji bo pêdiviyên jiyanî yên hevrêyên xwe dibin bersiv. Bi vî rengî em di şer û jiyanê de bi rengekî kolektîf hevdu temam dikin."