Cenazeyê gêrîla Muhbet Karaer ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, şevê din li Êlihê cenazeyê wê şuştin. Hate zanîn ku, ji ber cenaze perçe bibû, şuştina cenaze 3 demjimêran dom kir.
Di 16'ê Mijdarê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê şer derketibû û di vî şerî de ji 5 gêrîlayên HPG'ê Muhbet Karaer (Vejîn Êlih), Cezmî Altinbaş (Botan Erdal) jiyana xwe ji dest dabûn. Şevê din cenazeyê gêrîla Muhbet Karaer (Vejin Elih), piştî ji Meletiyê wergirtin li Êlihê şuştin.
Cenazeyê gêrîla Karaer li Tesisa Bardakçiyan bi girseyî hate pêşwazîkirin û birin taxa Petrolkentê. Cenazeyê gêrîla Karaer pişt re bi girseyî birin Mizgefta Lîceyê. Li gel barana zêde cenazeyê gêrîla Karaer bi sloganên "Şehîd namirin" li ser milan birin mizgeftê û li vir cenaze şuştin.
Cenazeyê gêrîla Karaer dê li goristana Girê Savaro bê definkirin.