Bê Serok jiyan nabe! -Cemîl Bayik

Cemîl Bayik: Eger vê rêbertiyê ji bo mirovahî, gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd gelek xizmet kiribin, hemû temenê xwe ji bo mirovahî û gelan dabe, divê hemû mirovahî û di serî de Kurd hemû gel van dîwarên li dora vê rêbertiyê birûxînin.

Cemîl Bayik: Eger vê rêbertiyê ji bo mirovahî, gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd gelek xizmet kiribin, hemû temenê xwe ji bo mirovahî û gelan dabe, divê hemû mirovahî û di serî de Kurd hemû gel van dîwarên li dora vê rêbertiyê birûxînin. 

Gotara Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka hat weşandin, bi vî rengî ye:

"Rojbûna Rêber Apo ji aliyekî ve mîna ji nû ve rojbûna gelê kurd e û li Rojhilata Navîn tê wateya xwegihandina çand û dîroka xwe. Rêberê Gelê Kurd ku di nav erdnîgariya ku yekemîn car mirovahî lê civakî bû û di nav nirxên çandî û dîrokî yê gelek caran piştrast kir ku ewladê bixêr ê vê erdnîgariyê ye. Rêber Apo mîna berfireh nirxandina dîroka Rojhilata Navîn, Riha jî analîz kiriye. Bi berfirehî dîrok û çanda Rihayê raxist ber çavan û nîşan da ku ew ewladekî bixêr ê vî bajarê pêxemberan ê ew mezin kiriye.

Nirxandinên Rêber Apo yên der barê dîrok, çand û civaka Rojhilata Navîn de hêna bi tevahî ne gihîştine cîhana entellektuel a Rojhilata Navîn. Her ku ramanên Rêber Apo yên der barê Rojhilata Navîn de tên fahmkirin, wê di hebûna siyasî û civakî ya Rojhilata Navîn de guhertin çê bibin. Li ser bingehê van ramanan wê rêyên çareseriyê ji aloziyên civakî, siyasî û aborî yên li Rojhilata Navîn pêk tên re werin dîtin.

Sedema bingehîn a aloziyên siyasî, civakî û çandî yên li Rojhilata Navîn tên jiyîn ew e ku Rojhilata Navîn ji rastiya dîrok, civak û çanda xwe qut bûye. An dogmatîzm, an jî rêxistinên çewt ên mîna DAIŞ’ê yên nirxên dîrokî, civakî û çandî îstîsmar dikin, her wiha hevkarên modernîteya kapîtalîst; li ser vê erdnîgariya ku mirov, civak û şaristanî ava kir jiyan tine bibe. Lê belê li dijî vê kevneperestiya hundir û derve ger helwestek were nîşandan dikare carake din bê hiştin ku Rojhilata Navîn bibe navenda şaristaniya demoratîk û mirovahiyê.

Aloziya li Rojhilata Navîn ji aliyekî ve aloziya pergala desthilatdar a mêr a pênc hezar sal e, ji aliyê din ve jî aloziya modernîteya kapîtalîst a 200 salî ye. Rewşa herî aloz a dewletê netewe- dewletparêzî ev her du aliyên aloziyê yên bingehîn di şexsê xwe de gihandin hev û Rojhilata Navîn xist nav aloziyeke mezin. Aloziya kûr a niha li Rojhilata Navîn heyî ne tenê ya netewe- dewletan û modernîteya kapîtalîst e, aloziya pergala dewletparêz û desthilatdar a pênc hezar salî ye. Rêber Apo bi analîzkirina modernîteya kapîtalîst û pergala dewletparêz a desilatdariya mêr re ji bo gelên Rojhilata Navîn rêyeke rizgariyê nîşan da. Analîzkirin û çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn a nakokî lê bûne mîna girêka kor, di rastiyê de tê wateya çareserkirina pirsgirêkên hemû mirovahiyê. Rêber Apo bi paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û civaka demokratîk rêya çareseriya hemû pirsgirêkên mirovahiyê nîşan daye.

Rêber Apo bi analîzên ol û civakê jî nîşan daye ku yek ji mezintirîn teolog (alimê olî) ê dîrokê ye. Analîzên Rêber Apo di hêz û asta ku rêya tevahiya teologan veke de ne. Dîsa analîzên têkildarî jinê, analîzên herî bihêz ên dîrokê yên der barê jinê de ne. Ji ber vê yekê jî rêberekî ku tenê ne jinên kurd, jinên cîhanê jî jê hez dikin û wî dişopînin. Analîzên li ser ol û jinê ew derxist asta rêbertiya hemû mirovahiyê.

Girîngiya Rêber Apo ya ji bo Kurdan jî êdî bûye rastiyeke ku rê ji guftûgoyê re nahêle. Rêbertiyeke ku herî zêde hişt rastiya gelê Kurd were fahmkirin û rêya jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd vekir. Jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd ji niha ve ji aliyê vê Rêbertiyê ve hatiye misogerkirin. Ji ber vê yekê jî tiştê ku Rêbertiyê bi gelê Kurd dane qezenckirin ji aliyê xwedayên zalim ên di mîtolojiyê de jî nikare were înkarkirin. Ji xwe gelê Kurd li her derê bi gotina, 'Rêber Apo îradeya me ya siyasî ye' helwesta xwe nîşan dide. Gelê Kurd bi gotina, 'Bê Serok jiyan nabe!' diqîre ka Rêber Apo ji wan re tê çi wateyê.

Rêberê Gelê Kurd her çiqasî beriya 18 salan bi komployeke navneteweyî li Girava Îmraliyê hatibe hepskirin jî, bandora vê Rêbertiyê mezintir bû. Rêber Apo di mercên zindanê yên 18 salan ji bo pêşxistina tevahiya mirovahiyê, Rojhilata Navîn û jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd nirxandin. Zindana Îmralî wergerande ocaxeke ku meşale (find) a azadî û demokrasiyê lê pêketiye. Helwesta ka Rêberek çawa dijî, çawa difikire di nav van 18 salan de bi şêwazeke bi bandor raxist ber çavan. Giraveke çaralî bi avê pêçayî û dîwarên bilind ên hûnandî nikarebûn asteng bikin ku şewqa vê rêbertiyê li tevahiya cîhanê belav bibe. Ti wateya van dîwaran a ji bo vê rêbertiyê nemaye.

Eger vê rêbertiyê ji bo mirovahî, gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd gelek xizmet kiribin, hemû temenê xwe ji bo mirovahî û gelan dabe, divê hemû mirovahî û di serî de Kurd hemû gel van dîwarên li dora vê rêbertiyê birûxînin. Ji ber ku rûxandina van dîwaran, azadbûna Rêbertiyê, tê wateya rûxandina dîwarên li pêşiya azadiya gelê Kurd û ên li dora mirovahiyê hatine pêçan. Ji ber vê yekê di sala 2016’an de em bêhtir nîşan bidin ku em li Rêbertiya xwe xwedî derdikevin; ji bo azadiya vê Rêbertiyê em bêhtir bixebitin.

Dilsoziya herî mezin a bi vê rêbertiyê re, bi azadkirina wî û di xeta wî de di her ast û qadê de bilindkirina têkoşînê mumkun e. Di serî de jî gelê Kurd divê têkoşîna xweserî û xwerêveberiyê ku jiyana xwe ya azad û demokratîk di nav de ava dike, bilind bike."