Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Bawer Dersîm bi wesîleya 34’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li Herêmên Parastinê yên Medya di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “ Bê guman zor, zehmetî û bedelên vê meşê hene. Di pêşerojê de jî dê hebe. Em weke partî û gel dê tu carî dest ji azadiyê bernedin. Divê ev wisa bê zanîn. Ger hewce be em amade ne zêdetir bedelan bidin. Lê em ji azadiya xwe, ziman û çanda xwe dest bernadin.”
Salvegera PKK’ê li qadên parastina medya bi bernameyan tê pîrozkirin. Di merasîma Herêmên Parastinê yên Medyayê de endamê Konseya Fermandeya HPG’ê Bawer Dêrsim, endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Rizgar Ersî, Endamê Konseya Leşkeri ya YJA Starê Norşîn Sîîrt, fermandarên gerîla û gelek kes tevlî bûn.
Bawer Dêrsim di merasîmê de axivî û wiha got: “Dîroka 27’ê mijdara 1978’an ne tenê dîroka avabûna partiyekê ye. 27’ê Mijdarê roja ji nû ve vejîna netewekê ye. Roja xwedîderketina li ziman çand û dîrokê ye. Ji ber vê jî ji her demê zêdetir em bi hêvî li dema pêş dinêrin. Em ji her demê zêdetir berbi azadiyê ve pêngavan diavêjin. Axaftina Dersîm bi dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo, Şehîd Namirin, Bijî PKK’ bi dawî bû.
Piştî merasîmê di civînê de dîsa Bawer Dersîm axivî û diyar kir ku avabûna PKK’ê hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bûyereke dîrokî ye û wiha got: “Li Kurdistanê di 34 salên dawî de tu geşedan bi tena serê xwe pêk nehatiye. Para herî mezin ya Rêber Apo û şehîdên me ne. Dîsa hewldana PKK’ê gelek mezin e. Ev hemû bi ked û hewldana pîroz heta roja me ya îro hatiye. Ji ber vê hem em kesên li qadên PKK’ê cih digirin û hem jî dostên PKK’ê di bin ala PKK’ê de têkdikoşin. Bi wesîleya 34’emîn salvegera PKK’ê em careke din rumeteke mezin dijîn. Di vê wateyê de em dibêjin xweziya bi yê ku bêje ez PKK’yî me.”
Dêrsim wiha dirêjî da axaftina: “Di salvegera PKK’ê de îro Rêberê Gelê kurd di tecrîdê de ye. Li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke mezin tê meşandin. Li hemû çiayên welatê me, bajar û zindanên welatên me berxwedaneke bêhempa heye. Vê berxwedanê ji lezginiya xwe tu tişt wenda nekiriye û didome. Li Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke mezin heye.
Em ber bi dawiya sala 2012’an diçin. Peywirên girîng benda me ne. Em weke hêzên HPG’ê jî peywirên girîng dikeve ser milê me. Peywirên me yên sereke ev in divê em pergala Îmhayê ya li ser Rêberê me parçe bike û êrîşa li hemberî gelê me asteng bikin. Em weke partî û gel dê tu carî dest ji azadiyê bernedin. Divê ev wisa bê zanîn. Ger hewce be em amade ne zêdetir bedelan bidin. Lê em ji azadiya xwe, ziman û çanda xwe dest bernadin.”
Piştî axaftina Bawer Dêrsim şahiya gerîlayan bi skeç, stran, nîşandan folklorê berdewam kir. Şahî bi govendê bi dawî bû.