Başkûrt li Cizîrê ber bi rewîtiya dawî hat oxirkirin
Cenazeyê Zelîha Başkûrt a di 79 rojên êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hat qetilkirin, li Cizîrê ber bi rewîtiya dawî hat oxirkirin.
Cenazeyê Zelîha Başkûrt a di 79 rojên êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hat qetilkirin, li Cizîrê ber bi rewîtiya dawî hat oxirkirin.
Cenazeyê Zelîha Başkûrt a di 79 rojên êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hat qetilkirin, li Cizîrê ber bi rewîtiya dawî hat oxirkirin. Cenazeyê Başkûrt, piştî komkujiyê anîbûn Rihayê û ji aliyê çeteyên Qesrê ve bi awayekî qorsanwarî li Stewra Mêrdînê hatibû veşartin. Piştî bi mehan, testa DNA'yê yên Başkûrt û malbata wê li hev derketin. Bi vê re malbat çû Stewrê û cenazeyê zaroka xwe wergirtin.
Cenazeyê Başkûrt ê bi şev anîn Cizîrê, danê sibehê ji aliyê gelek kesan ve ber bi rewîtiya dawî hat oxirkirin.