Parêzerên Baroya Amedê li hemberî "Paketa Ewlehiyê" ya ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hate amadekirin û li bendê ye ku hefteya bê nîqaşên wê di meclîsê de bên kirin cupeyên xwe derxistin, derketin. Serokê Baroyê Prz. Tahîr Elçî diyar kir ku bi paketa di rojevê de dê xeyala dewleta hiqûqa demokratîk bi dawî bike û dê derbê li maf û azadiyên heyî bide.
Baroya Amedê û parêzerên baroyê "Paketa Ewlehiya Navxweyî" ya ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatî amadekirin û weke "dewlet polîsan" tê şîrovekirin bi cupeyên xwe şermezar kirin. Li ser navê hiqûqnasên li ber Edliyeya Amedê hatin cem hev Serokê Baroya Amedê Prz. Tahîr Elçî daxuyanî xwend. Elçî got, "Bi paketa ewlehiyê dê xeyala dewleta hiqûqa demokratîk bi dawî bibe". Elçî diyar kir ku bi pêşnûmeya di rojava meclîsê de ji bo maf û azadiya kesan û pêşeroja civaka demokratîk talukeyan pêk tîne û pêşnûme derbê li maf û azadiya kesan û dewleta hiqûqê dide û wiha got: "Bi vê pêşnûmeyê li şûna pêşketina azadî mafên li Tirkiyeyê û lêgerîna riyên demokratîk ên çareseriya pirsgirêkan dê bi ewlehî û tedbîrên polîsan lêgerîna çareseriyê bê gerîn. Bi gotinekî din li şûna hêviya bi ewleh û demokratîk dê riyên din ên bêhiqûqî û bitirs têkevin dewreyê û demên rêveberiya awarete pêk bên."
Elçî têkildarî naveroka medayên di pêşnûmeyê de jî wiha axivî:
" * Bi madeya yekemîn a pêşnûmeyê; li şûna biryara lêgerînê ya taybetiya kes û qadên mahrem yên dozger û dadger bidin dê 'amirê hêzê' yan polîs û leşkeran biryarê bide û bi vê yekê ewlehiyên heyî dê ji holê bên rakirin.
* Bi madeya 4'emîn a pêşnûmeyê di paragrafa yekemîn de di bûyerên civakî de ligel ava şid dê "madeyê boyaxê" jî bavêjin mirovan, di heman madeyê de benda (b) lê hate zêdekirin û ligel madeyên weke molotof û teqemeniyê...şewitandin, hilweşandin, xeniqîn, birîndarkirin û hwd. weke çek tên qebûlkirin û bi vê yekê hêzên dewletê dê bi vê yekê dê bikarbin çekê bi kar bîne. Bi vê sererastkirinê mafê kesê di hiqûqê de hatî mîsogerkirin bi awayeke keyfî bê binpêkirin."
* Bi madeya 5'emîn a pêşnûmeyê, guhdariya amûrên ragihandinê, bi sereratkirinê di nava 24 seat û heya 48 seatan bi fermana rayedarên ewlehiyê dê bêyî biryara dadger bê guhdarkirin.
* Bi madeya 7’emîn a pêşnûmeyê ve ji ber hinceteke mînak heke di destên kesekî ku di nava meş an jî xwepêşandanê de ye xar an jî kevirkanî hebe ev mafê demokratîk a meşê wekî “xwepêşandan an jî civîneke neqanûnî” dikare bê qebûlkirin û belavkirin.
* Bi madeyên 8 û 10’emîn ên pêşnûmeyê ve; li gorî hin pênaseyan bi tevahî şîrove û peyvên li gorî taxdîrê di meş an jî xwepêşandanan de ‘çek an jî tiştên wekî çek tên hesibandin heke li cem kesekî be, rûyê xwe girtîbe an jî cilên wan wekî unîformayê be heta 5 salan dikarin bên cezakirin.
* Bi madeya 13’emîn a pêşnûmeyê ve ji bilî îdiayên hin sûcan kesên ku tevli meşeke bûye, dirûşm berz kiriye yan jî nîşaneya serkeftinê kiriye; bêyî ku dozger an jî dadgeh agahdar bikin heta 48 saetan dikarin binçav bikin. Di nava vê demê de ew kes nikarin îtirazî biryarê bikin. Nikarin xizmên xwe agahdar bikin, nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin, angê dê ji gelek mafên qanûnî û hiqûqî bêpar bin.
* Bi madeya 14’emîn a pêşnûmeyê ve girtinên bêhincet ên ku di nava civakê de rastî nerazîbûnan tê yan jî girtina dem dirêj dê bi vî rengî bêhtin encamên xirab derxînê holê.
* Bi madeya 15’emîn a pêşnûmeyê ve bêyî cuditiyê bixin navbera lêkolîn an jî lêpirsînê li bajaran walî, li navçeyan qeymeqam ji bo sûc ronî bikin an jî kiryaran bibînin destûrê didin polîsan. Bi vî rengî payeyên dozgeriyê û walî û qeymeqamên di bin emrê hikûmetê de ne, payeyê digirin. Bi vî rengî jî serbixwebûna darazê bi tevahî ji holê tê rakirin.
* Bi madeya 16’emîn a pêşnûmeyê ve kesên ku li gorî pêkanînê ji aliyê walî ve bûne biryar tevnegerin dê heta salake bên cezakirin. Ev pêkanîna ku bingeha xwe makeqanûnî nagire diheman demê de wekî pêkanîneke dema rêveberiya awarte ye.”
Elçî bang li parlamenteran û bi taybetî jî bang li yên AKP’ê kir û xwest dengê civakî bibîhizin û piştgiriyê nedin vê pêşnûmeyê.
Elçî bang li Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek jî kir û xwest ev pêşnûme ji bo rojeva meclîsê neyê girtin û piştî hilbijartinan ji aliyê meclîsê ve bi awayeke bihistiyarî bê rojevê û ji bo nîqaşê derfet bê avakirin.