Balûken: Em li ber aştiya mayînde sekinîn, divê pêvajo ji wir dewam bike
Endamê Heyeta Îmraliyê û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken diyar ku pêvajo li ber aştiya mayînde sekinî û got, "Divê pêvajo ji wir dewam bike."
Endamê Heyeta Îmraliyê û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken diyar ku pêvajo li ber aştiya mayînde sekinî û got, "Divê pêvajo ji wir dewam bike."
Endamê Heyeta Îmraliyê û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken diyar ku pêvajo li ber aştiya mayînde sekinî û got, "Divê pêvajo ji wir dewam bike." Balûken bibîr xist ku ev du meh û nîv e ew nikarin Ocalan bibînin û destnîşan kir ku ji bo nêrîna tecrîda li ser Ocalan belav nebe, divê ew di dema herî nêz de biçin Îmraliyê.
Balûken, pêvajoya çareseriyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxuyaniya KCK'ê ji ANF'ê re nirxand.
Balûken diyar kir ku, ne ji bo konjontura siyasî ya heyî ya li Tirkiyeyê, ji bo pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn ew girîngiyê didin pêvajoya çareseriyê û got, "Birêz Ocalan dema dest bi pêvajoya çareseriyê kir anîbû ziman ku ev yek wê jib o tevahiya herêmê bibe hêvî û destnîşan kir ku bû ew dixwaze aştiyê bîne herêmê. Ji bo aştî û pêşeroja demokratîk a herêmê, di dixwazin her tim bi Birêz Ocalan re têkiliyê deynin."
AKP'Ê BERDÊLA STRATEJIYA XWE YA ŞAŞ DA
Balûken da xuyakirin ku di pêvajoya hilbijartinê de Serokkomar Erdogan û Hikûmeta AKP'ê ji bo dengên neteweperestan stratejîk û taktîkek meşandin û got, "Me gotibûn ku wê ev yek bi xwe re zerareke mezin bîne. Eger Hikûmeta AKP'ê û Erdogan maseya çareseriyê hilneweşandibûna û xebatên ji bo aştiyê temam kiribûna, dibe ku ji aliyê AKP'ê ve tabloya siyasî ya îro cudatir bûya. AKP'ê li ser xwendina şaş, nirxandina şaş û hewldanên komkujiya girseyî, li ser stratejiyeke gelekî şaş xebat meşand. Berdêla vê jî bi giranî da."
'EM LI BER AŞTIYA MAYÎNDE SEKINÎBÛN'
Balûken da xuyakirin ku beriya daxuyanî û helwestên Erdogan û hikûmetê, pêvajo li ber aştiya mayînde sekinîbû û ev nirxandin kir: "Di civîna me ya dawî ya li Îmraliyê de peymanek hatibû morkirin ku divê Heyeta Şopandinê bê avakirin, bi vê heyetê re hefteyek piştî Newroza Amedê em biçin Girava Îmraliyê û eger li ser hevpariyên kêmtirîn de mutabaqat bê kirin, wê Birêz Ocalan banga civandina kongreyekê li KCK'ê bikira. Birêz Ocalan bi manîfestoya xwe ya li Amedê hat xwendin re li pêşberî şahîdiya bi mîlyonan diyar kir ku ew ji vê re amade ye. Rojek piştî vê, KCK'ê bi rêya Konseya Rêveber daxuyaniyek da û anî ziman ku ew amade ne bersivê bidin vê banga Birêz Ocalan. KCK'ê destnîşan kir ku eger AKP gavên pêwîst biavêje ew ê karibin dest bi amadekariyên kongreyê bikin. Du roj heman piştî daxuyaniya KCK'ê, Serokkomar berê pêvajoya ku gihaştibû qonaxa muzakereya fermî, zîvirand û berevajî kir. Lewma, eger Heyeta Şopandinê bê avakirin û ji nû ve çûn û hatina giravê pêk were, ez bawerim ku ji cihê mayî pêvajo dikare dewam bike. Ji ber ku di 7'ê Hezîranê de mesajeke gelekî xurt a çareserî û aştiyê derket holê. Xwediyê vê mesajê jî gelên Tirkiyeyê ne. Mesaja gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê di hilbijartinê de da ev bû: Maseya muzakereyê ji nû ve çêbikin, pêvajoya çareseriyê bigihînin aştiya mayînde û li ser vê bingehê demokrasî û azadiya li Tirkiyeyê berfireh bikin. Partiyên siyasî yên li dijî vê peyamê -ku beriya hemûyan AKP ye- ji aliyê gel ve hat cezakirin."
'HETA TECRÎD HEBE, REWŞEKE ERÊNÎ WÊ DI ÇARESERIYÊ DE DERNEKEVE HOLÊ'
Balûken bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û diyar kir ku astengkirina çûyîna heyeta wan ji bo girava Îmraliyê ku ev du meh û nîv e dewam dike û tecrîda li ser Ocalan, divê weke rewşa ku pêvajoya çareseriyê dixe nava rîskê bê nirxandin.
Balûken got, "Eger nêrîna 'tecrîda li ser Birêz Ocalan tê berfirehkirin' belav bibe, dibe ku reaksyonên civakî yên zorê bidin pêvajoya çareseriyê derkevin holê. Ji ber vê yekê berî vîna siyasî û Heyeta Şopandinê ava bibe, heyeta me serlêdana 'Divê em bi teqezî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin' kir. Pêwîste ev tecrîd ji holê bê rakirin. Eger li holê tecrîd hebe, kes nikare behsa rewşeke erênî ya ji bo pêvajoya çareseriyê bike. Lewma em israr dikin."
KCK'Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYA AKP'Ê YA KIŞANDINA NAVA ŞER, BERSIVEKE DEMOKRATÎK DA
Balûken herî dawî, daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ya li ser pêvajoya ji niha û pê ve nirxand û ev xal destnîşan kir:
"KCK'ê xwest maseya muzakereyê bê avakirin, mekanîzmaya muzakereyê tavilê bikeve dewrê, însiyatîf bê wergirtin û çek tavilê ji dewrê bê derxistin. Ez vê yekê gelekî erênî dibînim. Li dijî helwesta AKP'ê ya di pêvajoya hilbijartinê de ku li Giyadîn a Agirî, Edene, Mersîn, Kanîreş a Çewlikê û Meydana Stasyonê ya Amedê hewl da gel daxîne kolanan û gel bikişîne nava şer, ev daxuyaniya KCK'ê bersiva herî xurt a demokratîk e. AKP'ê bi van hewldanên xwe re dixwaze KCK'ê bikişîne nava şer. Dixwest KCK ji pêvajoya muzakereyê derkeve, ji nû ve zemîna kaos/şer bê xurtkirin. KCK'ê bi daxuyaniya xwe re ev nêzîkatiyên AKP'ê teşhîr kir, pûç kir û ji bo demokratîkbûyînê û çareseriya demokratîk perspektîfeke gelekî girîng pêşkêş kir. Divê hikûmeta ava bibe bala xwe li vê be, giraniyê bide polîtîkayên li gorî vê yekê."