'Balefirgeha sivîl a Amedê' ya Erdogan derew derket!

'Balefirgeha sivîl a Amedê' ya Erdogan derew derket!

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan 1’ê hezîrana sala par beriya hilbijartina gihştî hate Amedê , di mitîngê de soza 'em balefirgeha sivîl ji Amedê re çêbikin' da. Lê li ser soza xwe nema. Hat diyarkirin ku balefirgeha 'nû' avahiya termînalê ya ku li dawiya balefirgeha niha ya Amedê ye. Erdogan beriya vê sozê soza 'girtîgehek nû' dabû û vê soza xwe pêk anîbû.

Soza Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ya 'Balefirgeha nû ya Amedê' derew derket. Erdogan 1’ê pûşpera 2011 hate Amedê û di mitînga hilbijartinê de projeya xwe ya 'balefirgeha nû' aşkere kir. Hat diyarkirin ku balefirgeha 'nû' avahiya termînalê ya ku li dawiya balefirgeha niha ya Amedê ye.

Ji bo avahiya nû ya termînalê, qadek ji hezar doniman pêk tê ku di nava baregeha niha de ye û ji aliyê Fermandariya Hêza Hewayî ya Taktîka 2’yemîn ve wekî “cihê ceribandina guleyan” tê bikaranîn hate veqetandin. Li ser vê qada ku dewrî Midûriyeta Giştî ya Xebitandina Baregehên Hewayî ya Dewletê hate kirin, dê avahiya termînalê ya balefirgehê, riya texsiyê û apran (Li balefirgehan cihê ku balefir j

(Li balefirgehan cihê ku balefir ji bo firiyanê tên amadekirin, manevra dikin, rêwî siwar dibin û peya dibin) bê avakirin.

Ajansa Millî ya Paqijkirina Qadên Mayinkirî ya Azerbaycanê îhlaeyê wer girt û xebatên paqijkirinê bi dawî kir.

Serokwezîrê Tirk serokwezîrê Tirk beriya hilbijartinên 12’ê pûpera 2011 hate Amedê û di mitîngê de ji bo avakirina balefirgehek nû ya sivîl soz dabû. Erdogan di axaftina xwe ya di wê mitîngê de dabû diyarkirin ku balefirgeha niha di nava balefirgeha leşkerî de ye û gotibû: “Ji bo Amedê xeyalên min ên mezintir heyne, evane dikarin pêk bê. Amed dê bibe xwedî balefirgehek nû ya xwedî avahiya termînal. Amed dê pir xweş bibe."

LI SER SOZA XWE YA GIRTÎGEHÊ MA

Soza “balefirgeha nû” ya Serokwezîrê Tirk Erdogan tenê bi “avahiya termînalê” re sînordar ma. Erdogan sozaya xwe ya ji bo girtîgeha Amedê pêk anî.

Yekem girtîgeha li Amedê tê nasîn 1839, ji aliyê Osomaniya ve li Keleha hundir hat avakirin. Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Amedê di salên 1980’yan de bû yek ji girtîgehên herî xirab ên cîhanê, demek dirêj ji bo girtiyên siyasî hate karanîn. Di sala 1988’ê de Fermandariya Rêveberiya Awerte ya wê demê ev girtîgeh dewrê Wezareta Dadê kir.

Piştre jî Girtîgeha Tîpa D a bi Ewlehiya Bilind li navçeya Kayapinarê ket dewrê û gelek girtî û mehkûm di vê girtîgehê de hatin bicihkirin.

Piştî ku Girtîgeha Tîpa D têrê nekir, bi fermana Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Kayapinarê girtîgehek nû hate avakirin û heta niha berdewam dike. Piştî girtîgeha Tîpa D a bi Ewlekariya Bilind a li navçeya Kayapinarê, vê carê girtîgehek nû di nava sînorê navçeyê de hate avakirin. Dê di nava vê girtîgeha li ser 413 donum erd hate vakirin de 5 girtîgehên zarok, gihiştî û jinan hebin.