Balefirên Tirk careke din gundên Qendîlê bombebaran kir

Balefirên Tirk careke din gundên Qendîlê bombebaran kir

Balefirên şer ên artêşa Tirk careke din herêma Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê bombebarn kirin. Hat diyarkirin ku bombebaran careke din li hemberî gundan pêk hatiye û zevî û baxên gundiyan ziyanek mezin dît.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANFê dane, şeva din, saet di 23.30-00.30 de balefirên şer ên artêşa Tirk gundên Kanîcengê, Bolê û Bruska yên Binareyê Qendîlê bombebaran kirin. Hate zanîn ku ziyaneke mezin li bax û zeviyên gundiyan çêbûye.

Artêşa Tirk bi hincetên bombebarankirina kampên PKK’ê, êrîşên xwe yên hewayî yên li dijî Başûrê Kurdistanê dîsa zêde kirin. Di êrîşên hewayî yên Tirk de xelkê sivîl zirarek mezin dibîne.

Herî dawî, şeva 6-7ê mijdarê balefirên artêşaTirk Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 2 kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.

Bi taybet ji salên 2007’an ve hema bêje hemû rojan êrîşên topbaranê têne kirin, bi sedan êrîşên hewayî çêbûn. Di êrîşê de herî zêde gundî jê bandor bûn. Gelek sivîlan di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan.

5’ê îlonê roja çarşemê saet nêzî 23.00’an de li hemberî Qendîlê êrîş pêk hat û di êrîşê de li gundê Duwele du gundiyên ku navê wan nehat hînbûn birîndar bûn. Hate hînbûn ku yek ji van jin bû.

24’ê tebaxê jî balafirên şer gundê Silê û Surede ya Qendîlê bombebaran kiribû û du gundî birîndar bibûn. Her wiha cewlîgek mirişkan jî wêran bibû. 7 hezar mirişk û gelek pez telef bibû.

7’ê tebaxa 2011’an li gundê Kortek yê Qendîlê êrîş pêk hatibû ji malbatekî 4 jê zarok 7 kes hatibûn qetilkirin.