Balefirên şer yên rejima Sûriyeyê navçeya Telebyedê ku cîranê navçeya Akçakaleya Rihayê ye bombe kir. Hate zanîn ku, piştî bombekirinê birîndar û mirî jî hene.
Balefirên rejîma Beesê yên Sûriyeyê navçeya Telebyed ya li sînorê navçeya Akçakaleya Rihayê da ber bombeyan. Di demjimêr 13.00’an de balefirên şer nokteya ku tê gotin yekîneyên Hêzên Azadiya Sûriyeyê lê bicih bûne bombe kir.
Piştî bombekirinê dukêl bilind bû. Hate zanîn ku, piştî bombekirinê mirî û birîndar jî hene. Gelek welatiyên Sûriyeyê piştî bombekirinê hatin sînorê Akçakaleyê. Berê guleya Hawanê avêtibûn navçeya Akçakaleyê û 5 welatiyên Akçakaleyê jiyana xwe ji dest dabûn.