Balefirên şer yên artêşa Tirk sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz kirin

Balefirên şer yên artêşa Tirk sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz kirin

Gelek balefirên şer yên artêşa Tirk sînorê Başûrê Kurdistanê derbazkirin û li ser herêmên Behdînanê difirin, her wiha hate ragihandin ku dengê bombebaranê jî ji dûr ve tê bihîstin.

Beriya çend deqîqeyan hêjmarek balefirên artêşa Tirk sînorê Başûrê Kurdistanê derbazkirin û li ser herêmên Gare, Metînan, Çemco, Zap û li herêmên din digerin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine, ragihand ku dengê teqînan ji dûr ve tê bihîstin. Lê belê heya niha di derbarê êrîşên bombebaranê de ti agahî nehatine girtin.