Li Amedê liv û tevgera hewayî destpê kir. Gelek balefirên şer ji Balefirgeha Leşkerî ya Amedê li ser hev rabûn. Nehate zanîn ku balefirên şer ber bi kîjan alî ve firiyan. Hêjayî gotinê ye ku balefirên şer yên ji Amedê radibin, herêmên Parastina Medya bombebaran dikin.