Li Amedê liv û tevgera hewayî destpê kir. Ji Balefirgeha Leşkerî ya Amedê gelek balefirên şer li ser hev rabûn. Nehate zanîn ku, balefirên şer ber bi kîjan alî ve firiyan.
Hêjayî gotinê ye ku, duh serê sibehê balefirên şer yên ji Amedê rabûn sînorê Başûrê Kurdistanê derazkiribûn li ser herêmên Behdînan digeriyan.