Li Amedê liv û tevgera hewayî destpê kir. Gelek balefirên şer ji Balefirgeha Leşkerî ya Amedê li dû hev rabûn. Nehate zanîn ku balefirên şer ber bi kîjan alî ve firiyan. Piştî bûyerên li Serêkaniyê dijwar bûn li Amedê tevgera hewayî zêdebû. Her roj ji serê sibê tevgera hewayî ya destpê dike, di demjimêrên şevê de jî berdewam dike.