Hate ragihandin ku, 5’ê Mijdarê balefirên artêşa Tirk di êrîşa hewayî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de herêmên Zapê bombebaran kirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) ragihand ku, “5’ê Mijdarê li derdora demjimêrên 01.00-02.00’an de balefirên artêşa Tirk yên dagirker herêmên Latê Kewa, Kêla Nêrweh û Gundê Nêrweh yên di sînorê Zapê yên Herêma Parastina Medya bombebaran kirine.”
Balefirên artêşa Tirk heman demjimêrên wargehên ku xelkê sivîl lê dijî yên Xakurkê û Garê jî bombebaran kiribû. HPG’ê ragihandi bû ku, di êrîşa balefirên artêşa Tirk yên li ser gundên Bermîze û Şêxzade yên Xakurkê, gundê Sêdarê yê Garê û herêma Sewra Jor de rez û baxên gundiyan zirar dîtibûn.